Fedaiyên azadiyê li Berlînê hatin bibîranîn

Ji bo fedaiyên azadiyê Kawa Çekdar û Rodî Berçem li Berlînê merasîmê bîranînê hat lidarxistin.

Li bajarê Berlînê yê Elmanyayê ji bo Kawa Çekdar (Îbrahîm Demîr) ku di Tebaxa 2023’yan de li Qadên Parastinê yên Medyayê şehîd bû û Rodî Berçem (Emrecan Şahîn) ku di Kanûna 2021’an de şehîd bû, merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Merasîma bîranînê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Dest Dan û Berlîn Nav li avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat. Merasîm di şexsê berxwedêrê 14’ê Tîrmehê Alî Çîçek ku 17’ê Îlona 1982’yan de roja 67’an de şehîd bû de , ji bo hemû şehîdên şoreşê deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan Dayê Gozê axivî û wiha got: “Divê em xwedî li şehîdên xwe derkevin. Dayikên şehîdan tevkariya hev bikin û têkoşînê bilind bikin.”

Siyasetmedar Selahattîn Mete jî li ser êrîşên dagirkerî û qirkirinê rawestiya û ev tişt anî ziman: “Dijmin dixwaze hêviyên me bişkîne û me bênefes bihêle. Lê berxwedana 50 salan ji gelê me re bû hêvî û roj bi roj bi rêxistinkirinê ji dijmin re dibin bersiv.”

Merasîma bîranînê bi pêşandana sînevîzyonê û berzkirina dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.