FEDA: Em neçarin bibin yek!

FEDA ya ku bal kişand ser êrîşên qirkirina siyasî û destnîşan kir ku wê ev êrîşa li ser Kurdan bandorê li her kesê bike û got: “Em ne bin yek dor wê bê me.” bang li Elewiyan kir.

Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) bi daxuyaniyekê bal kişand ser operasyonên qirkirina siyasî.

FEDA’yê diyar kir ku ji ber vê hişmendiya faşîzan û qirker e li derve şer û operasyonên leşkerî li hundir jî qirkirina siyasî, çandî, aborî û jinê tê kirin. FEDA’yê anî ziman ku her roj Elwî tên tehdîdkirin, jin tên qetilkirin, siyasetmedar, rojnamevan, rewşenbîr û zanyar tên girtin.

Herî dawî FEDA’yê ev got: “Em neçarin bin yek. Ji vê sekna me ya cuda em ê winda bikin, wê hişmendiya înkar û îmhaker wê ser bikeve. Roj ne roja cihêtiya xwe nîşandanê ye. Ev pêvajo roja ku em piştevaniya hev bikin, bibin yek û bi hev re ser bikevin e.”