FED-MED’ê banga tevlêbûna meşa mezin a Berlînê kir
FED-MED’ê li Kurd û dostên wan ên li NRW û derdora wê dijîn bi ruhê berxwedanê ya Zapê banga tevlêbûna meşa mezin a li Berlînê kir.
FED-MED’ê li Kurd û dostên wan ên li NRW û derdora wê dijîn bi ruhê berxwedanê ya Zapê banga tevlêbûna meşa mezin a li Berlînê kir.
Federasyona Civakên Azad yên Mezopotamya li NRW (FED-MED) bi daxuyaniyek nivîskî banga tevlêbûna meşa mezin a Berlînê kir.
‘DEWLETA FAŞÎST NIKARE VÎNA HEBÛNÊ YA GELÊ KURD BIŞKÎNE‘
FED-MED’ê anî ziman êrîşên dawîn a komkujiyê bi hevkariya hêzên xayîn û hevkar berdewam in û got: “Wek ku tê zanîn, êrîşa dawîn a mezin a komkujiyê ya bi pêşengiya DYE’yê ya hêzên dewleta Tirk a mêtinger a faşîst a bi hêzên xayin ên hevkar re daye destpêkirin bi hemû dijwarî û hovîtiya xwe berdewam e. Di şexsê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de, dewleta Tirk a faşîst a nikare vîna hebûnê ya gelê Kurd bişikîne, wek çareya dawîn hêviyê ji xiyaneta PDK’ê dike. Dibêje qey wê bi vê piştgiriya mezin a xiyanetê tekoşîna hebûnê û pêkanina azadiyê ya gelê Kurd ji binî ve tune bike.’’
BANGA TEVLÊBÛNA MEŞA MEZIN
FED-MED’ê banga tevlêbûna meşa mezin a Berlînê kir û wiha got: “ Em gelê Kurd, ji bo parastina hebûna xwe û bidestxistina azadiya xwe, li dijî vê êrîşa dawîn a mezin, ji bilî berxwedana li her warî bi hemû derfetên xwe tu rêyeke me ya din nîn e. Di vê çarçoveyê de em bang li hemû heval, gel û dostên xwe dikin ku bibin seferber ji bo tevlê bûn û tevlêkirina derdora xwe ya meşa girseyî ya ‘Li dijî Xiyanet û Dagirkeriyê Kurdistanê biparêze’ wê 14‘ê Gulanê li Berlînê bihê lidarxistin.“
SAET Û CIHÊN OTOBUSAN
FED-MED, cih û saetên rabûna otobusên NRW’ê wiha diyar kir:
"Dîrok : 13.05.22 Roja Îniyê
Saet : 22.30 Euskirchen Bhf
Saet : 23.00 Meckenheim Bhf
Saet : 23.30 Bornheimer str 88 Bonn
Saet : 23.30 Hîndenburg str 224 Moncgladbach
Saet : 23.00 Wesel Bhf
Saet : 23.30 Kaîser-Wîlhelm str 260 Dûîsburg
Dîrok: 14.05.22 Roja Şemiyê
Saat : 00.30 Dusseldorf Bus Bhf
Saet : 00.00 Elberfelder str 38 Wuppertal
Saet : 01.00 Rutger-von-scheven str 3 Duren
Saet : 00.00 Blucherplatz Aachen
Saet : 00.30 Mulheim Bhf Koln
Saet : 01.00 Overfeld weg 34 a Leverkûsen
Saet : 06.30 Bîelefeld Bhf
Saet : 00.00 Bornstr 166 Dortmûnd
Saet : 00.00 Am freîstaîn 50 Essen
Saet : 00.00 Dûisburg HBF
Saet : 01.00 Munster Bus Bhf
Saet : 02.00 Osnaburk Bhf."