FED-MED a NRW’ê Kongreya xwe ya 2’an pêk anî

Federesyona Civakên Azad yên Mezopotamya li NRW'ê (FED-MED) Kongreya xwe ya Asayî ya 2’emîn li bajarê Koln ê Elmanyayê bi tevlîbûna gelek delegeyan lidar xist.

Kongre bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên Kurdistan û şoreşê destpêkir. Di kongreya bi sirûda ‘Tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ de hate kirin Hevseroka KCDK-E Fatoş Goksûngûr pêvajoya siyasî nirxand û di serî de berxwedana greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven û li girtîgeh, Ewropa û gelek deverên din belav bûne silav kir.

Peyama Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç ê tevî 13 siyasetmedarên Kurd, rojnamevan û aktivîst jî di nav de li Strasboûrgê 127 roj in di grevê dee ne di kongreyê de hate xwendin. Koç di peyama xwe de banga hê zêdetir xwedîderketina li pêvajoyê kir û diyar kir ku wê çalakî bi teqez bigihêje serketin.

Di dewama kongreyê de hevserokê NAV-DEM Tahîr Koçer jî bal kişand ser girîngiya federasyonê û anî ziman ku li her derê di nava hewldanên mezinkirin rêxistinbûnê de ne.

Piştî xwendina raporan û şûnde rêveberên FED-MED rêveberên xwe hilbijartin. Ji bo hevserokatiyê Ayda Ekmezkiliç û Engîn Seven hatin hilbijartin û ji bo komîsyona çavdêrî û disiplîyê ya ji 5 kesan pêk tên hatin hilbijartin.

Kongre bi dirûşmên ‘Bê Serok jiyan nabe’ bi dawî bû.