Ji bo destpêkeke nû
Bidawîkirina weşana Serxwebûnê ne dawî, berevajî ji bo destpêkên nû zemîn çêdike û pêşî vedike. Dixwaze ji bo saziyên nû yên li gorî rastiya îdeolojîk û teorîk a şaristaniya demokratîk weşanê dikin, pêşî vebike.
Bidawîkirina weşana Serxwebûnê ne dawî, berevajî ji bo destpêkên nû zemîn çêdike û pêşî vedike. Dixwaze ji bo saziyên nû yên li gorî rastiya îdeolojîk û teorîk a şaristaniya demokratîk weşanê dikin, pêşî vebike.
Rojnameya Serxwebûnê ragihand ku hejmara meha Gulanê, hejmara dawî ye. Di hejmara dawî de Serxwebûnê bi sernavê “ji bo destpêkek nû” xatirê xwe ji xwîneran xwest.
Nivîsa bi sernavê “Ji bo destpêkek nû” bi vî rengî ye:
“Guhertin û veguhertina radîkal a di tevgera Apoyî de, bi rengekî xwezayî bandorê li her kesê û li her qadê dike. Biryara fesixkirina PKK’ê ya di Kongreya 12’an de, ji bo Serxwebûn jî derbasdar e ku temenê wê hingî yê PKK’ê ye. Serxwebûn a ku dengê Berxwedana Kurdên Hemdem, wêrek û lehengên Kurd, Kurdistan û Kurdên azad û Şoreşa Azadiyê ya Jinê ya ku mohra xwe li sedsala 21’an xistî ye û bi xwîna şehîdan mezin bû, bi vê hejmarê dawî li weşana xwe tîne.
Dema ku Rêber Apo biryara ji bo fesixkirina çêkera rêxistinî ya PKK’ê eşkere kir, ev yek sparte rastiya ‘Her tişt destpêkek xwe û dawiya xwe heye’. Ev yek jî lê zêde kir, ‘Yên bi zorê nehatin tunekirin, ev yek bi îradeya xwe kirin’. Çawa ku nîv sedsal in PKK li dijî hemû êrîşên modernîteya kapîtalîst li ber xwe da, têkçûn û bindestî asteng kir, di kongreya navbera 5 û 7’ê Gulanê de bi îradeya xwe dawî li çêkera xwe ya rêxistinî anîbe, Serxwebûn a ku bi PKK’ê re bûye yek jî piştî hemû êrîş şikandin bi îradeya xwe ya azad dawî li weşana xwe tîne. Weke tê zanîn Serxwebûn di Îlona 1978’an de li Kurdistana ku di salên 1970’î de di nava toz û dumanê de bû, îlegal dest bi weşana xwe kir. Bi hejmara xwe ya destpêkê re damezrandina fermî ya partiyeke mîna PKK’ê, gihand gel. Bi her tiştê xwe bû saziyeke ku ji aliyê Rêber Apo ve hatî amadekirin û şêwe girtî. Damezrandina wê bi rastiya Kawayê Hemdem Mazlum Dogan re bû yek. Rêber Apo ji bo hejmara ewilî nivîsa bi sernavê ‘dema derdikeve’ nivîsand û di wê nivîsê de got, ‘Hestê şerma ji ber rewşa ku Kurdistan niha di nav de ye, ji bo bi ser xistina wezîfeyên me wê bibe çavkaniya me ya hêza rast’. Eger rast were nirxandin PKK’ê nîşanî her kesê da ku hestê şermê hestekî şoreşger ê çawa ye. Serxwebûn ji Îlona 1978’an heya Mijdara 1979’an li Bakurê Kurdistanê weke îlegal weşana xwe domand û yek jê esas, çar jî weke hejmara taybet bi giştî weke saziyeke bi 5 hejmarî derket holê. Dengê Darbeya Leşkerî ya Faşîst a 12’ê Îlona 1980’an, bandor li Serxwebûnê jî kir, lewma nehate weşandin.
Dema duyemîn a Serxwebûn, bi hejmara ewilî re ya ku belgeyên Konferansa 1’an a PKK’ê ya Tîrmeha 1981’an weşand, di Çileya 1982’yan de destpê kir û bû saziyeke weşanê ya mehane ku li Ewropayê weke qanûnî hate weşandin. Ji wê dîrokê heya roja me, yanî heya Gulana 2025’an weke saziyeke weşanê ya mehane bê navber û bi rengekî birêkûpêk, rol lîst. Ji dervey bi dehan hejmarên xwe yên taybet, bi vê hejmara xwe ya 521’an dawî li weşana xwe tîne. Bi vî rengî tenê di dîroka Kurdistanê de rekorê naşikîne, di heman demê de li seranserî cîhanê dikeve nava destpêkan de. Yanî êdî heq dike ku cihê xwe di dîrokê de bigire.
Di weşana xwe ya 44 salan a li Ewropayê de zehmetiyên ku jiyan kirine, ji yên li Kurdistanê kêm nînin. Tê zanîn ku ji qedexeyan heya komkirinan, ji serdegirtinan heya dersînorkirina ji welatan rû bi rûyê gelek curên zextan maye. Li vir jî xwe bi berxwedanê ava kiriye. Ev yek jî ji hevrê Fuat (Alî Haydar Kaytan) ku tevkarî li avakirina wê ya li Ewropayê kir, heya hevrê Selçûk û Jiyanan, bi saya berxwedan û hewldana bi dehan şoreşgeran çêbûye.
Serxwebûn nasname û sembola welatparêzî û şoreşgeriya Kurd a li Ewropayê ye. Bûye dengê xurt ê berxwedana dema lehengiyê ya gelê Kurd. Bûye dibistana rast a ku Rêber Apo şoreşger û welatparêz lê perwerde kirine. Bûye arşîv û hafizaya Berxwedana Kurdan a Hemdem, şerê gerîlayên leheng û Kurdîtiya ku li azadiyê digere û wê vê rastiya xwe timî bidomîne. Mîrateya ku ava kirî, wê ji bo pêşxistina bawerî û zanebûna azadiyê ya Kurdan, timî rol bilîze. Pir eşkere ye ku bidawîkirina weşana Serxwebûnê ne dawî, berevajî ji bo destpêkên nû zemîn çêdike û pêşî vedike. Dixwaze ji bo saziyên nû yên li gorî rastiya îdeolojîk û teorîk a şaristaniya demokratîk weşanê dikin, pêşî vebike. Di vî warî de mîrateya Serxwebûn a ku mohra xwe li demeke dîrokî dixe, di dema nû de wê di saziyên weşanê yên nû de bijî û rola xwe bidomîne.
Di rastiyê de di guhertina ku Rêber Apo ji bo PKK’ê diyar kirî de mijara derengmayîn û dubarebûna zêde, ji bo Serxwebûnê jî derbasdar e. Eger were dîqetkirin, Rêber Apo di weşana kovara ‘Modernîteya Demokratîk’ de israr kir û guhertina navborî beriya dehan salan pêk aniye. Niha tişta dikeve ser milê me ew e ku em vê rastiyê rast fêm bikin û nêzîkatiyên hestiyariya zêde derbas bikin û ji her alî ve guhertin û nûbûna pêwîst bi ser bixînin. Em hêvî dikin dema navber dirêj dewam nake û bi gavên serketî wê pêvajoya nû hîn xurttir pêş bikeve.
Her cure tasfiyegeriya hundir û di heman demê de êrîşên bêexlaq ên Komploya Navneteweyî, nekarî Serxwebûnê rawestîne. Niha bi îradeya xwe ya azad cihê xwe yê di dîrokê de digire. Bêguman wê rola xwe ya dîrokî bidomîne û di saziyên weşanê yên nû de, bidome.
Her tişt ji bo destpêkên nû û hîn xurttir in!..
Ruh û zanebûna Serxwebûnê wê her hebe!..”