FED-KURD: Îstixbarata Elman sîxûriyê li Kurdan ferz dike

FED-KURD’ê ragihand ku îstixbarata Elman gefên standina mafê rûniştinê li Kurdan dixwe û sîxûriyê ferz dike û ev bang li gel kir: “Bêyî parêzerên xwe û bêyî agahîdayîna me, hevdîtinê nekin.”

Federasyona Kurdistaniyên Azad li Rojhilatê Elmanya (FED-KURD) daxuyaniyeke nivîskî da û wiha got: “Li Rojhilatê Elmanyayê polîtîkaya sîxûrkirinê bi temamî ketiye rewşeke qirêj.”

‘RAYEDARÊ TIRK Ê BI NAVÊ HAKAN AKBÛLÛT, SÎXÛRÎ LI MALBATA KURD FERZ KIR’

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Kesên ji teşkîlata îstixbarata Elman ku îdîa dikin polîsên sivîl in, bi gotinên ‘Derbarê we de hemû agahî di destê me de hene, yan hûn ê bi me re bixebitin, derbarê saziyên Kurd de hûn ê agahî bidin, yan em ê nehêlin hûn mafê rûniştinê û pasaportê bistînin yan jî em ê betal bikin’ gefan dixwin. Gelek caran hinek jinan bi me re hevdîtin kirin û fikarên xwe ragihandin. Hin mirov tirsiyan û ji Elmanyayê reviyan welatên cuda. Li Leîpzîg û derdora wê, li Halle Saale û derdora wê, li gelek bajaran û bi taybetî tiştên li Magdebûrgê diqewimin nayên qebûlkirin. Memûrek jin Kurdekî ku ji bo rûniştina xwe dirêj bike çû daîreya biyaniyan, bir qata jor û teslîmî jineke ciwan a rayedar û rayedarê Tirk ê bi navê Hakan Akbûlût kir. Akbûlût wiha jê re gotiye, ‘Em te nas dikin, bi me re bixebite, ji me re Kurdan deşîfre bike, em ê bikin ku tu bihêsanî mafê xwe yê welatîbûnê bistînî’. Hakan Akbûlût beriya 3 rojan jî li Magdebûrgê çûbû mala malbateke Kurd û sîxûrî pêşniyarê malbatê kiribû.

Qasî ku em dizanin ev rewşeke îlegal e, rayedarên Elman jî dizanin. Şerê taybet û psîkolojîk ku li dijî Kurdan li Tirkiyeyê dihate kirin, li Elmanyayê dewam dike. Em bang li rayedarên Elman dikin; demildest vê rewşê ronî bikin, ne hiqûqî ne jî mirovî ye ku hûn mirovên me yên ku ji zilma dewleta Tirk reviyane û hatine welatê we, teslîmî mekanîzmayên zext û çewisandinê bikin.

Em bang li gelê xwe dikin; eger hevdîtineke wiha bi we re hatibe kirin vê yekê ji saziyên me yên herî nêz re ragihînin û bêyî parêzerên xwe bi van kesan re hevdîtinê nekin. Em ê vê rewşê ragihînin dadgerê û heta dawiyê em ê şopdarê hiqûqî yê vê bin.”