FED-KURD: 14’ê Kanûnê em beşdarî çalakiyên ji bo Rojava bibin

FED-KURD’ê li dijî êrîşên dagirkeriyê daxuyanî da û got, “14’ê Kanûnê em beşdarî çalakiyan bibin û xwedî li Rojava derbikevin.”

XWEDÎ DERKETINA LI ROJAVA

Federasyona Kurdistaniyên Azad Li Rojhilatê Elmanya (FED-KURD) têkildarî êrîşên li ser Rojava daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Tiştên li Sûriyeyê diqewimin û êrîşên li ser şoreşa Rojava, me şaş nakin. Di sala 2014-15’an de li Rojava li dijî DAÎŞ’ê berxwedaneke gel a xurt hatibû raberkirin. Tê zanîn ku di demên destpêkê de bêdengiyeke navneteweyî hebû, heta ku gelê me li Ewropayê bû dengê şoreşê, hemû gel girtin pişt xwe û berxwedan mezin kir. Deng û berxwedana gelan şoreş bi ser xistibû.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk dixwaze tola têkçûna DAÎŞ’ê ya sala 2014-15’an hilîne, lewma êrîşî şoreşa Rojava dike û hate destnîşankirin ku tê xwestin Rojhilata Navîn bêyî Kurdan bihêlin. Hate bilêvkirin ku ew ê destûrê nedin vê yekê.

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hate gotin, “Em ê çalakiyên 14’ê Kanûnê veguherînin lehiya mirovan. Em ê bi dengekî bilind nîşan bidin ku em xaka xwe ji çeteyan û dewleta çete re nahêlin û em ê vî dengê xwe bi her kesî bidin bihîstin.

Lewma divê sibe her kes li qadan tevlî çalakiyên ji bo Rojava bibe. Divê em xwedî li berxwedana xwe ya bi rûmet derbikevin.”