FED-DEM’ê serdegirtinên malan ên li Elmanyayê şermezar kir

FED-DEM’ê serdegirtinên malên Kurdan ên hikûmeta Elmanyayê şermezar kir.

Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Bakurê Elmanyayê (FED-DEM) têkildarî serdegirtina malên 7 kesan ên li Nîedersachsen û derdora wê dijîn a ji aliyê polîsan ve,  daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin; “Pêkanînên Elmanyayê ku civaka Kurd dike hedef, zêdebûna zextên dewleta polîs li dijî aktivîstên Kurd û krîmînalîzekirin bi tundî şermezar dikin.”

‘BERJEWENDIYA NE DI AŞTIYÊ Dİ ŞER DE YE?

Daxuyanî wiha didome; “7 Kurdistaniyên endamên Meclîsa Gel a Hannoverê, bi hinceta aktivîteyên çandî yên li Hannoverê pêk hatin hedef nîşandan ti hincetekî ya hiqûqî tuneye. Heke bibe ku hincetên keyfî û siyasî ne.

Çima hikûmeta Elmanyayê ji bo çareserkirina doza Kurd bi rêya muzakere û diyaloga demokratîk înîsyatîf nagre lê êrîşî Kurdan dike? Yan hikûmeta Elman aştitiya Kurd-Tirk naxwaze? Berjewendiyê wan ne di aştiyê de di şer de ye? Em bang li hikûmeta Elman dikin ku dev ji van polîtikayan berde û ji bo pêkanîna aştiya Kurd-Tirk înîsyatîf bigre.

‘DIVÊ XIZMETA GELÊ KURD A JI BO MIROVAHIYÊ WERE DÎTIN’

Divê were dîtin ku gelê Kurd çawa ji bo parastina mirovahiyê li dijî artêşa hovane ya DAÎŞ’ê xwe kir mertal û feda kir.

Li gorî berjewnediyên siyasî û aborî domandina têkiliyên qirêj ên bi dewleta Tirk a qirker re ne li gorî kevneşopî û nirxên demokratîk a Elmanyayê ye. Bi taybet serî tewandina li beramberî feda penaber û sozên aboriyê yên Erodgan ne li gorî berjewendiyên gelên Ewropa û Elmanyayê ye.”