Hevserokê FCK’ê Saît Ozturk têkildarî civînê agahî da û helwesta Elmanya û bêdengiya Yekîtiya Ewropayê ya li beramberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li di çarçoveya êrîşên “qedandina Kurdan” ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê de rexne kir.
Di civînê de hate diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker ku piştgiriya DAÎŞ’ê dike ji vê bêdengiyê sûdê digre, êrîşan dike û hate gotin; “Wê demê pêş ji bo Ewropayê bibe gefeke mezin.”
Li aliyê din di civînê de hate gotin ku zextên hikûmeta Elman ên li dijî saziyên Kurd û bi krîmînalîzekirina Kurdan, ji mafên wan bêpar hatine hiştin.
Ozturk diyar kir ku di civînê de qala qirkirina çandî ya li dijî çanda Kurdan jî hatiye kirin.