Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

FCDK/KAWA: Li dijî tecrîdê em dakevin qadên Newrozê

FCDK/KAWA, ji bo pîrozbahiyên Newrozê yên îsal banga tevlîbûnê kir ku wê di çarçoveya pêngava 'Tecrîdê bişikîne, faşîzmê hilweşîne, rêberê xwe û gelê xwe azad bikin' bên lidarxistin.

Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Elmanyayê (FCDK/KAWA) daxuyaniyeke nivîskî weşand û cejna Newrozê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd, girtiyên siyasî yên li zindanan, jinên Kurd û gelên Rojhilata Navîn pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Newroz navê rabûna li ber zilma zordaran e û wiha hate gotin: "Bloka faşîst a AKP-MHP'ê ku li hemberî berxwedana azadiyê ya gelê me yê fedakar roj bi roj dihele, têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi belavkirina nûçeyên mirinê bi hêrsa gelê Kurd dilîze. Yên ku li çar parçeyên Kurdistanê gel digire û komkujiyên mezin dike, ev hêzên dagirker in. Bi pêngava 'Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin, Rêber û gelê xwe azad bikin' bi xurtî tevlî pîrozbahiyên îsal ên Newrozê bibin. Li ser vê bingehê em gelê xwe vedixwînin pîrozbahiyên 20'ê Adara 2021'ê yên li bajarên Frankfûrt, Mannheîm, Darmstadt û Saarbruckenê."