Faşîzma dewleta Tirk li Swîsreyê hate protestokirin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê hate protestokirin.

Li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê bi hezaran kesan êrîşên dagirker ên dewleta Tirk protesto kirin.

Gel li qada Rathaûsbruckê hatin ba hev û meşek li dar xistin. Di meşê de êrîşên dagirker ên dewleta Tirk di serî de hemû êrîşên li ser gelê Kurd û gelên bindest hate protestokirin.

Girse piştî ku gihişt Helvetîaplatzê mîtîngek li dar xist. Di mîtîngê de hate diyarkirin bi yekîtiya gelê berxwedêr wê ev faşîzm were şikandin.