Faşîstên AKP-MHP’ê li Elmanyayê 24 kes bi kuştinê tehdît kirin

Hikûmeta Elman a Federal ragihand ku di nava 5 salên dawî de siyasetmedarên Elman jî di nav de 24 kes ji aliyê nîjatperestên Tirk ve bi kuştinê hatine tehdîtkirin.

Partiya Çep a Elman (Dîe Lînke), gefên kuştinê yên rejîma Erdogan a li ser hesabên tevnên dijîtal ên demên dawî yên faşîstên Tirk ên AKP’î û MHP’ê yên li ser muxalefetên dijî rejîma Erdogan, bire rojeva Meclîsa Federal.

Têkildarî mijarê Berdevka Karê Hundir a Partiya Çep Ûlla Jelpke pêşnûme pirsek pêşkêş kir û li ser navê hikûmetê Wezareta Karê Hundir a Federal bersiv da.

Wezaretê li ser piraniya pirsan bersiva ‘di destê hikûmetê de li ser vê mijarê agahî nîne’ hate dayîn û hate ragihandin ku di navbera Hezîrana 2016’ê heta 1’ê Adara 2021’ê nîjatperestên Tirk bi rêya posta, telefon û dîsa e-postan û dîsa amûrên elektironîk ên veguhestinê bi giştî li 24 kesan gefên kuştinê hatiye kirin.

Li gorî wezaretê li gel siyasetmedarên  Kurd, Partiya Çep û siyasetmedarên HDP’î jî, gef li siyasetmedarên xwecihî jî hatine kirin.

Hate ragihandin ku di nava kesên bi kuştinê hatine gefkirin, rojanamevan, nivîskar, nivîskarên bloger, mirovên zana, werzîşvan, hunermend jî hene.

Wezareta Karê Hundir ragihand ku hinek kesên ku ji aliyê komên faşîst ên alîgirên AKP-MHP’ê ji yek carê zêdetir gefa kuştinê li wan kiriye, diyar kir ku kesên ku peyamên gefa kuştin dikin ji ber ku beşek mezin ya wan ji derveyî Elmanya dijîn, nikarin agahiyên li ser nasnameyê bên zelalkirin.

Hate ragihandin ku piraniya kesên hatine tesbîtkirin koçberên koka xwe penaber in û mêr in.Wezaretê anî ziman ku piraniya naveroka peyaman îfadeyên nîjatperestiyê ya tundraw in, piraniya kesên hatine tehdîtkirin nehatine parastin, dema ku tevlî çalakiyekê bibin, dema ku zanî metirsî li ser jiyana wan heye dikarin serî li navendên polîsan bidin.

Hêjayî bibîr xistinê ye  piştî êrîşa dagirkeriyê ya li Garê û şûnde Serokê Daîreya Îstixbaratê yê berê ya Serfermandariyê Îsmaîl Hakki Peîn li ser ekranên televîzyonekê ji bo Kurdên li Ewropayê dijîn ev gotibû: "Li Ewropayê jî rêveberên wan hene. Divê em tiştekî bînin serê yên li Ewropayê. Yanî berê li Parîsê hatibû kirin, belê..." bi van gotinan gef li Kurd û muxalefetên dijî rejîma AKP-MHP’ê hatibûn kirin.