Dersa Kurdî ya Bocholtê asta yekemîn bi dawî dike
Qûrsa Kurdî ya Enstîtûya Kurdî ya Elmanyayê, ya berî salekê li bajarê Bocholtê hat destpêkirin, asta yekemîn bi serkeftî bi dawî kir.
Qûrsa Kurdî ya Enstîtûya Kurdî ya Elmanyayê, ya berî salekê li bajarê Bocholtê hat destpêkirin, asta yekemîn bi serkeftî bi dawî kir.
Qursa rêveberê Enstîtûyê, Mazhar Zumrut dike, bi giştî ji 12 kesan pêk tê û her roja yekşemê li Komela Mezopotamyayê ya bajarê Bocholtê/Elmanya tê lidarxistin.
Rêveberê Enstûtiya Kurdî Mazhar Zumrut û hevserok Fevzî Ozmen di merasima ji bo dawiya waneyê bawername dan xwendekaran.
Zumrut û Ozmen ji ber hewldan û girîngîdayîna xwendekaran a ji bo zimanê Kurdî kêfxweşiya xwe anîn ziman û ji bo destpêka asta duyemîn di sala nû ya 2020 de serkeftin ji ciwanan re xwest.