Endamtiya Romanya û Bûlgaristanê ya ji bo Schengenê hat qebûlkirin
Piştî pêvajoya serlêdanê ya 13 salan, ji Romanya û Bûlgaristanê re endametiya tam a Herêma Schengenê hat dayîn.
Piştî pêvajoya serlêdanê ya 13 salan, ji Romanya û Bûlgaristanê re endametiya tam a Herêma Schengenê hat dayîn.
Komîsyona Ewropa, ji bo serlêdana derbasbûna Romanya û Bûlgarîstanê ya li Herêma Schengen a ku ji sala 2011 'an û vir ve dewam dike, erênî bi encam kir. Bi erêkirina wezîrên karên hundir ên Yekîtiya Ewropayê (YE) herdu welat jî ji 1'ê Çileya 2025'an û pê ve bûn endamên Herêma Schengenê.
Awûstûryayê beriya niha bi demekê biryara xwe ya vetoyê betal kiribû. Biryar ji aliyê serokê demê ya Konseya Yekîtiya Ewropayê Macarîstan ve hate ragihandin. Herdu welat ji 1’ê Çileyê û pêve wê karibin bê vîze biçin herêma Schengenê. Herêma Schengenê niha 29 welat û bêhtirî 450 mîlyon mirov di nava xwe de dihewîne.