BI DÎMEN

Endamên SMJÊ di Nobeta Azadiyê de ne: Bê Rêbertî jiyan nabe

Endamên SMJÊ yên ku Nobeta Azadiyê ya ku li cihê saziyên AK û CPT'ê tê lidarxistin di hefteya 614'emîn de girtin û gotin: "Heta ku Rêberê me azadiya fîzîkî bi dest bixe, em ê têbikoşin. Ji ber ku bê Rêber jiyan nabe."

Nobeta Azadiyê ya ku ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê tê lidarxistin, di hefteya 614'emîn de ye.

Nobeta ku her hefte ji aliyê komek ji welatên cuda yên Ewropayê ve tê lidarxisitn, vê hefteyê 5 nûnerên rêxistina Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) ku li Elmanyayê pêk tê, girtin.

Berdevka Komê Nûrê Alkiş, di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedêrên girtîgehê de silav kir û bi bîr xist ku duh li Tirkiye û Kurdistanê hilbijartineke dîrokî hat lidarxistin û got: "Em vîna gelê Kurd a li ser esasê felsefeya Rêber Apo silav dikin û em ji hemû hevalên hilbijartî re di erka xwe de serkeftinê dixwazin."

Nûrê Alkiş diyar kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li vê qadê ne û wiha got: “Rêberê me 25 sal in di bin tecrîdeke giran de dîl tê girtin. Ev ne tiştek asayî ye; Em wî wek kesekî nabînin. Felsefe, îdeolojî, vîna jina azad, bingeha felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye ku îro hemû jinên cîhanê xwe tê de dibînin. Bi vê armancê me weke Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî ji xwe re kiriye erk, em li vê qadê ji bo azadiya Rêberê xwe biqîrin. Em dibêjin, Bê Serok jiyan nabe, Jin, Jiyan, azadî."