Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Mehmet Emîn Yildiz qala girîngiya çalakiyên greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven kir û got; “Çalakî belav dibin, Guven weke nûnerê îradeya jinên Kurd greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorvegera daye destpêkirin.”
‘BÛN WÎJDANA GELÊ KURD’
Yildiz wiha domand; “Armanca tecrîdê tenêhiştina gelê Kurd û li Kurdistanê xeniqandina gelê Kurd bû. Bi komploya li dijî Rêbertî ku li Îmraliyê tê hiştin ev dest pê kir. Bi çalakiyên grevên birçîbûnê re Guven ji wijdana gelê Kurd û li dijî tecrîdê bû bersiv.”
‘BI BIRYARIN HETA KU ENCAM NEGIRIN, ÇALAKÎ BIDOME’
Yildiz diyar kir ku dewleta Tirk li beramberî berxwedanê leyîstok leyîst û wiha got; “Leyla Guven hate berdan lê dîsan jî biryara domandina çalakiyê da. Îro çalakgerên greva birçîbûnê dibêjin ‘heta ku em encam negrin wê çalakî bidomin.”
Yildiz banga piştgirîdayînê li gelê Kurd ê li çar parçeyên Kurdistan û dîasporayê kir û got; “Ji ber ku ev çalakî nûnertiya îradeya gelê Kurd dikin.”
‘DIVÊ HEMÛ KES BIBE ÇALAKGER’
Endamê KNK’ê Mehmet Emîn Yildiz herî dawî got; “Bi yekbûna gelê Kurd re wê tecrîda li ser Ocalan were şikandin û Ocalan azad bibe. Ji bo vê jî divê kesek li mala xwe rûnenê. Çi ji destê kê tê divê bike; divê her kes xwe weke çalakgerekî bibîne. Ji bo gelê Kurd û Rêbertiyê roj roja çalakiyê ye.”