Endamê KNK’ê Dr. Bengî Haco li Swêdê rehmet kir

Alîkarê berê yê Hevserokatiya KNK’ê Dr. Bengî Haco roja Înê li Swêdê ji ber nexweşiyê rehmet kir.

Haco yê ku di navbera salên 2008 û 2011’an de Alîkarê Hevserokatiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bû ji zû ve ye li bajarê Vasteras ê Swêdê dijiya.

Ji bo Haco yê ku rehmet kir wê 3 rojan şîn were danîn.

Nûnerê KNK’ê yê li Swêdê Ahmet Karamûş ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku Haco ji zû ve xizmet ji Tevgera Azadiyê ya Kurdan kiriye û ji ber wefata wî gelê Kurd xemgîn bûye.

Karamûş diyar kir ku Haco piştî şoreşa Rojava li ser şoreş û geşedana Rojava lêkolîn dikir û got ku “Bi awayekî çalak tevlî nav xebatên KNK’ê dibû. Em ê bîranîna wî di nav têkoşîna xwe de bilind bikin.”