Endamê Dîe Lînke: Tecrîdkirina lîderê gelekî nayê qebûlkirin

Endamê Dîe Lînke O. Jann Kornaû diyar kir ku ji bo pêkhatina aştiyê şert e ku Ocalan azad bibe.

Endamê Rêxistina Bremenê ya Partiya Çep a Elman (Dîe Lînke) û yek ji namzetên wê yên ji bo hilbijartinên xwecihî Olîver-Jann Kornaû, ji bo piştgiriyê bide greva birçîbûnê hat Strasboûrgê. Kornaû berxwedana li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin, silav ikr.

Kornaû diyar kir ku ev yek têkoşîna ji bo wekheviya jin û mêr e, têkoşîna antî faşîst e û got, têkoşîna kurdan di vî warî de rê li ber hêviyê vedike. Kornaû anî ziman, wî jî ji ber vê yekê xwestiye bê Strasboûrgê û destekê bide greva birçîbûnê.

Endamê Partiya Çep a Elmanyayê Olîver-Jann Kornaû hêviya xwe ya ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd anî ziman û got, "Tecrîdkirina lîderekî gel (Ocalan) ku mohra xwe daniye binê pêvajoya aştiyê, ne ya qebûlkirinê ye."

Kornaû da zanîn, divê mafên însanî yên Ocalan tavilê bên dayin, şert û mercên wî yên jiyanê bên sererastkirin û azad bibe. Kornaû bi bîr xist, Ocalan ji aliyê beşeke mezin a gelê Kurd ve lîder tê qebûlkirin û got, bi azadiya wî re pêvajoya aştiyê dikare bê meşandin.

Kornaû ji bo pirsên ANF'ê diyar kir, der barê zextên li Kurdan, êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava û gelek mijarên din de Partiya Çep yekane partî ye ku helwestê nîşan dide, lê dîsa jî hev helwest têrê nake.

Endamê Partiya Çep anî ziman, partiya wî li asta neteweyî divê hîn bêhtir xwedî li gelê Kurd û têkoşîna wan derkeve.