Encamnameya Konferansa Kurd a li PE’yê hate eşkerekirin

Encamnameya Konferansa Kurda a navneteweyî ya 16’an ku li Parlementoya Ewropayê hate lidarxistin hate weşandin.

Encamnameya konferansa ku di 5-6’ê Sibatê de bi sernava ‘Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd’ hate kirin, piştî nirxandinan û şûnde hate eşkerekirin.

Komîsyona Welatiyan a Yekîtiya Ewropa-Tirkiye (EUTCC) pêşengtiya wê kir. Koma Çep û Çepa Bakur Kesk (GUE/NGL), Koma Keskan / Tifaqa Azad a Ewropayê (Greens/EFA) û duyemîn koma herî mezin Koma Sosyalîst û Demokratan (S&D) ên li Parlamenta Ewropayê piştgiriyê didin konferansê.

Di encamnameyê de di warê têkiliyên Tirkiye û têkiliyên gelemperiya Rojhilata Navîn pêwîstî bi gotinên nûû hene û got: “Kurd li vir di warê aramî, pêkhatina aştî, di mijara demokrasî, ekolojî, wekheviya zayendî faktorekî bi bandore.”

Di encamanameyê de hate bibîrxistin ku li gel îtifaqên herêmî û perspektîfên gerdûnî yên Kudan li herêmeke ku şer û krîz lê rû dayîn pêşketinên nû bi xwe re aniye û got: “Divê di rêza ewilê de hevkariyeke bihêz bi van hêzên demokrasiyê re bê kirin.”

Li ser vî bingehî ev bang li dewletên endamên YE, saziyên Ewropî û Neteweyên Yekbûyî hate kirin:

-Divê dagirkeriya Tirkiye ya li Bakurê Sûriye/Rjava weke binpêkirine hiqûqa navneteweyî bê dîtin, divê polîtîkayên paqijiya etnîkî ya li herêmên hatine dagirkirin bên mehkûmkirin û banga lezgîn bê kirin ku yekîneyên Tirk vegerin.

-Divê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo di rêya çareseriya siyasî ya şerê Sûriyeyê de weke qonaxeke girîng bê dîtin, divê nûner Kurd ji bo siberoja Sûriyeyê tevlî Komîsyona reşnivîsa Destûra Bingehîn bikin.

-Divê bi biryardarî bang li Tirkiyeyê bê kirin ku êrîşên xwe yên esmanî û dagirkeriyê yên li herêmên Kurdistana Iraqê bi dawî bike; Ev yek tê wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî.

-Divê endamên HDP’î û hilbijêr bên berdan, rêz ji encamên hilbijartinê re bê girtin û hevşaredarên ji erkê hatine girtin vegerin ser karê xwe û di vê mijarê de bang li Tirkiyeyê bê kirin.

-Rêdayîna şantajên Tirkiye ya ku krîza koçberan û gefa cîhatî ya Tirkiyeyê, wisa neke ku bibe qurbanê nirxên demokratîk ên YE’yê.

-Ji bo Tirkiye neçar bike ku têkildarî tecrîda li ser Abdullah Ocalan li gorî hiqûqa navneteweyî be, tedbîrên dîplomasî, siyasî û hiqûqî bê kirin. Ji bo çareseriya pirsa Kurd a bi rêyên siyasî zorê bide dewleta Tirk divê wî demildest berde û ji nû ve dest bi diyalogê bikin.

-Di mijara PKK ne rêxistineke ya terorê ye, parçeyek ji şerê bi çek e li ser biryara Dîwana Edaletê ya Ewropa û Dadgeha Bilind a Belçîkayê hemû sînordariyên li ser ferdên Kurd û partiyan divê bê rakirin û sûdê bi de çareseriyê.”