‘Em ê têkoşîna Aysel Dogan hate dawiyê bidomînin’

Komîteya Amadekar a Nobeta Azadiyê ya Azadî ji Abdullah Ocalan re Aysel Dogan bi bîr anî û got “Soza me ya ji bo AyselnDogan wê Kurdistana azad û Rêbertiya azad be.”

Komîteya Amadekar a Nobeta Azadiyê ya Azadî ji Abdullah Ocalan re ji 10 salan zêdetir li bajarê Strasboûrgê ya Fransayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nobetê dide domandin. Komîteyê ji bo şoreşgera Kurd Aysel Dogan peyameke sersaxiyê weşand.

Di peyamê de ev tişt hate diyarkirin: “Di sala 1999’an de li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Aysel Dogan jî tevlî nav heyeta aştiyê ya ji Ewropayê bû û girêdayî xeta Rêbertî heta dawiya jiyan xwe têkoşîna şoreşgerî domand. Aysel Dogan yek ji şexsiyeta girîng a têkoşîna jinên Kurd bû.

Girêdana wê ya bi Rêbertî û têkoşîna gelê Kurd ji bo me hemûyan jî mînak bû û ew jî tevlî Nobeta Azadiyê dibû.

Em li ser navê Komîteya Amadekar a Nobeta Azadiyê ya Azadî ji Abdullah Ocalan diyar dikin ku em soza Kurdistana azad û Rêbertiya azad didin Aysel Dogan. Bila serê gelê me û yê Rêbertî sax be. Em ê têkoşîna wê hate dawiyê bidomînin.”