Elmanyayê firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê da sekinandin

Hikumeta Elmanyayê diyar kir ku êdî ew ê çekan nefiroşe Tirkiyeyê. Lê di du salên dawîn de Elmanyayê bi sed milyon eûroyan çek firotibû Tirkiyeyê.

Wezîrê Karê Defve Heîko Maas ji rojnameya Bîld Am Sonntagê re axivî û diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew ê destûrê nedin ku çekên din werin firotin.

Lê tê zanîn ku di navbera Çile û Adara 2018’an de, dema ku Efrîn hatibû dagirkirin, Elmanyayê bi qasî 243 milyon eûro çek firotibû Tirkiyeyê.

Pêre jî Elmanyayê di 4 mehên pêşîn ên vê salê de bi qasî 184 milyon eûro çek firotibû Tirkiyeyê. Di heman demê de nayê zanîn ku di navbera Gulan û Cotmehê de jî çiqas çek firotine Tirkiyeyê.