Elmanyayê 3 sal cezayê girtîgehê li siyasetmedarê Kurd birî

Siyasetmedarê Kurd Mehmet Çakas ku ev demeke dirêj e li Elmanyayê tê rehîngirtin û Çakas di çarçoveya qanûna 129b’yê de bi hinceta sûcê ‘terorê’ dihat darizandin û di encama dozê de 2 sal û 10 meh cezayê girtîgehê li Çakasî hate birîn.

Danişîna biryarê li Dadgeha Bilind a Eyaleta Celleyê pêk hat. Çakas, parêzer û malbata wî jî beşdarî dadgehê bûn. Çakasî di danişînê de ragihand ku ew têkoşîna xwe diparêze û dadgêrî bal bişand ser parastina Çakasî û biryara dadgehê xwend. 

Dadgêrî di çarçoveya qanûna 129b’yê ya binakok de 2 sal û 10 meh cezayê girtîgehê li Çakasî birî. Li gorî vê biryarê Çakas wê hêj18 mehên din were rehîngirtin. Li gorî nûçeya Yenî Ozgur Polîtîkayê wê parêzerên Çakasî ji biryarê re îtîrazên xwe bikin.

Li dijî vê biryarê çalakiyek hate lidarxistin û gelek kesan nerazîbûna xwe nîşan da. Di çalakiya protestoyî de çalakvanan polîtîkaya krîmînalîzekirina li dijî Kurdan a dewleta Elmanyayê  protesto kirin û dirûşmeyên; ‘Ji Mehmet Çakas re azadî’ hatin berzkirin.

Çakas li Elmanyayê li gel 11 girtiyên siyasî tê rehîngirtin û di çarçoveya qanûna129b’yê de dihat darizandin. Rehîngirtina Çakasî ku ji 16 mehan derbas bûye û Çakas li Girtîgeha Hannoverê tê rehîngirtin. Her wiha dewleta Îtalyayê serlêdana Çakasî ya penaberiya siyasî red kiribû û ew ji Elmanyayê re hatibû radestkirin.

Çakasî di parastina xwe de nerazîbûna xwe nîşanî sûcdarkirina di çarçoveya terorê da û ev yek anîbûn ziman: ‘’Ez bi temamî li gorî mafên bingehîn ên qanûnî tevgeriyame. Tevî vê yekê jî  ez bi sûcê 'terorê' têm sûcdarkirin ku ev yek biçûkxistineke mezin e. Ez vê sûcdariyê teqez red dikim. Sûcdarkirina ‘terorê’ rêbazeke veşartin û rewakirina komkujiyê ye.’’

Çakas beriya danişînê ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî û têkildarî mijara cezakirinê ya muhtemel de ev yek anîbûn ziman:  ‘’Hewce ye hemû girtin û cezakirin têkoşîn û hevgirtina civakî xurttir bike. Parastina hebûn, ziman û nasnameyê bingeha exlaq û rûmetê ye. Ez ê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedim, em ê ti carî dest ji têkoşîna xwe bernedin.’’