Elmanya pêşî qedexe kir, piştre got, ''Kurd tevlê nebûn''

Rêxistina Parastina Destûrê ya Elmanyayê di rapora xwe 2018'an de got eleqeya ji bo festîvalên Kurdan kêm bûye. Hevserokê KON-MED'ê Tahir Koçer got, ''Ne exlaqî ye ku pêşî qedexe bikin û niha jî bibêjin tevlêbûn kêm e''.

Rapora 2018'an a Rêxistina Parastinê ya Destûrê li Berlînê bi daxuyaniyeke çapameniyê ku serokê rêxistinê Thomas Haldenwang û Wezîrê Karê Navxwe Horst Seefhefer hazir bû, ji raya giştî re hate parvekirin. Îstîxbarata ku di raporê de siyaseta krîmînalîzekirina tevgera azadiya Kurd didomîne, ji salên berê cudatir têkilî festîvalên Kurdên Elmanya ku Kurd bi girseyî li van festîvalan têne cem hev îstatîstîkek weşand.

Îstîxbara ku qedexe û astengiyên li ber festîvalên Kurdan ên Elmanyayê ji bîr kirî, îdîa kir tevlêbûna li festîvalan kêm bûye. Îstîxbarata ku îstatîstîkên salên 2008-2018'an dayî, got, 2009, 2011, 2012'an 40 hezar û 2018'an tevlêbûn bûye 3500.

Lê festîvala Çanda Kurd a Navnetewî ya 26'an a xwedî bernameyeke dewlemend ku plansaziya wê hatibû kirin li Dînslaken a li eyaleta NRW'ê were kirin ji hêla polîsên Elman ve hatibû qedexekirin. Tenê ji bo qedexekirina festîvalê were şermezarkirin 8'ê Îlonê li Dusseldorfê mîtîngeke girseyî hatibû kirin.

Bi ser de çapemeniya Elman ku van salên dawî bi agahiyên ku polîsan dayî têkilî festîvalan nûçe dane, heta niha ti caran negotiye ku 40 hezar kes tevlî festîvalê bûne. Ev jî nîşan dide ku ji nûçeyên polîs û medyayê cudatir, îstîxbaran têkilî çalakiyên Kurdan agahiyên cuda dike arşîv.

KOÇER: JI BO 8 HEZAR Û 17 ÇALAKIYÊN ME YÊN 2018'AN ÇI ÇI DIBÊJIN?

Hevserokê Konfederasyona Civakên Mezopotamyayê (KON-MED) ya li Elmanyayê  Tahir Koçer li dijî raporê helwest nîşan da. Koçer got di rapora îstîxbaratê tê gotin 2018'an nêzî 6 hezar çalakî hatine kirin, Koçer wiha domand,: ''Lê 2018'an me 8 hezar û 17 çalakî kirin. Par li hemû bajarên Elmanya, li hin gundan jî me çalakî kirin. Ji ber ku Kurd li dijî êrîşên dewleta Tirk û nexasim li dijî dagirkirina Efrîne li ser piyan bûn. Li hin bajaran rojê 3 çalakî dibûn.''

Koçer got hem qedexekirina festîvalê Kurdan ên li Elmanya û hem jî gotina, ''zêde kes tevlê nebû'' ya îstîxbara Elmanya, neexlaqî ye û domand, ''Li dijî festîvalên me bi zanebûn siyasetek tê kirin. Bi vê dibêjine dewleta Tirk ,''Dema ku hûn li welatê xwe Kurdan serkut dikin em jî li vir nasekinin, em rêxistiniya Kurdan dişkînin''. 27'ê Çile ya 2018'an li Kolnê li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê ji 100 hezarî zêdetir mirov meşiyan. Çima behsa vê nakin?''

'ELMANYA QEDEXEYÊ LI WELATÊN DIN JÎ FERZ DIKE'

Koçer bang li dewleta Elman kir ku dev ji siyaseta krîmînalîzekirina Kurdan biqere û got, ''Girseya me ew hîs pê re çêdibe, we ku polîsên li pêşberî wawn polîsên Tirk bin. Ji ber ku êrîşên wan ên li ser girseya me ne kêmî yên polîsên Tirkan in''. Koçer her wiha got gavên li dijî Kurdan paralelî Tirkiyê têne avêtin.

Koçer got dewleta Elman û Tirk li bara qedexe û astengkirina Kurdan weke hev difikirin, dema bi rayedarên Elman re hev dibînin vê dibejin, Tirkiye û Elmanya sembolên Kurdan qedexe dikin. Koçer got, ''Dewleta Elman naxwaze ku ev qedexe tenê bi wan re sînordar bimîne, ji bo ku li welatên din jî werin qedexekirin zextê dike. Em dizain ku li welatên mîna Fransa û Ewûstûryayê Elmanya xebatên lobiyê dike. Em dixwazin qedexeya li ser gelê Kurd, ku bi têkoşîna xwe her kes jê re hurmetdar e, bi dawî bibe.''