Elmanya kontrolên li ser sînor ji nû ve da destpêkirin

Hikûmeta Elmanyayê di bin navê têkoşîna li dijî koçberiya bê rêk û pêk de, wê di navbera 6 mehan de kontrol li hemû sînorên xwe ku dibe mijarê nîqaşan, pêk bîne.

Di rewşa heyî de li ser sînorên Polonya, Çekya, Awusturya û Swîsreyê kontrol tên kirin. Pê ve girêdayî li ser sînorên Fransa, Lûksemburg, Hollanda, Belçîka û Danîmarka jî kontrolên mobîl û polîsan timî dewam dikin.

Di prensîbê de kontrolên bi vî awayî li sînorên navxweyî yên li herêma Schengenê qedexe ne. Lê belê di rewşa gefa li ser ewlehiya giştî yan jî ewlekariyê de, dikare ji bo 6 mehan bê pêkanîn û heta herî zêde 2 salan bê dirêjkirin.

Komîsyona Ewropayê nerazîbûn nîşanî vê da û destnîşan kir ku “tedbîrên bi vî awayî teqez divê ji bo rewşên îstîsnaî bên pêkanîn.”

Hikûmeta Berlînê jî biryarê bi hinceta “gefên terorîzma Îslamî û parastina ewlekariya navxweyî” rava kir.

Hikûmeta Elmanya ji ber êrîşên ‘îslamîst’ yên hefteyên bihurî hejiya. Bi taybetî piştî êrîşa ku ji aliyê hemwelatiyek Sûriyeyî li Solîngenê pêk aniye û DAÎŞ’ê ew êrîş girt ser xwe ku di encamê de 3 kes miribûn, hewlda tedbîr girtinê zêde dibe.

Di demeke ku rastgirên tund xurt dibin de ev êrîş zêde bûn û ev yek bû sedem ku mijara koçberiyê ji nû ve bê nirxandin. Li ser vê bingehê hikûmetê jî polîtîkayên li dijî koçberan şidand.

HOLLANDA JÎ WÊ GELEK TIŞT SÎNORDAR BIKE

Li Hollandayê jî hikûmetê planên sînordarkirinên giran ên li ser koçberiyê eşkere kir. Li Hollandayê, koalîsyona desthilatdar ku Partiya Azadiyê ya rastgirên tund (PVV) jî di nav de ye, dixwaze pêvajoyeke ku ji hin qaîdeyên Ewropayê yên li vê qadê veqete, bide destpêkirin.

AWUSTURYA KESÊN JI ELMANYA TÊN VEGERANDIN NAXWAZE QEBÛL BIKE

Li Awusturyayê Wezîrê Karên Hundir, diyar kir ku Viyana ji ber kontrolên nû 'wê mirovên ji Elmanyayê bên vegerandin qebûl neke.'

Yewnanîstan a li eniya pêş e û ji Tirkiyeyê gelek koçber têne, plan dike ku vê Duşemê wezîrê xwe yê koçberiyê bişîne Berlînê.

VARŞOVA: NAYÊ QEBÛLKIRIN

Varşova jî destnîşan kir ku ev tedbîr ‘nayê qebûlkirin’ û nerazîbûna xwe nîşan da. Wezîrê Karên Hundir ê Polonyayê Tomasz Sîemoniak got, "Vegerandina sînorên navxweyî yên Yekîtiya Ewropayê, rewşeke gelek xerab e. Ev yek wê bandorê li bi mîlyonan welatiyên Polonyayê yên li Elmanyayê jî bike. Herêma Schengen ku çîrokeke serketineke mezin a YE’yê ye, bi biryarên bi vî rengî dikeve xeteriyê."