Elmanya dixwaze 35 balafirên F-35 bikire

Artêşa Elman dixwaze ji balafirên şer ên F-35 ku ji aliyê koma Emerîkî Lockheed Martin ve hatine çêkirin, 35 balafiran bikire.

Li gorî medya Elman, artêşa Elman nêt kiriye ku 35 balafirên şer ên F-35 ji Emerîkayê bikire ku bixe şûna balafirên Tornado.

Çavkaniyekî parlamenter ji AFP'ê re agahî piştrast kir û diyar kir ku artêşa Elman her wiha dixwaze 15 balafirên Eurofighter ên Yekîtiya Ewropayê jî bikire.

Tê payin ku Komîsyona Karên Parastinê ya Parlamentê roja Duşemê piştî nîvro bi rengekî awarte civînekê lidar bixe.

F-35 wê bi esasî ji bo hilgirtina fuzeyên atomê yên Emerîkî weke parçeyek ji operasyonên çavtirsandinê yên NATO'yê bêne bikaranîn.

Eurofighter jî wê bi giranî ji operasyonên xerakirina sînyalên sîstemên parastinê yên hewayî berpirsyar be.