Efûkirina yek ji berpirsên Qetlîama Madimakê Ahmet Tûrûn Kiliç a li ser fermana Erdogan li bajarê Zurîh a Swîsreyê bi çalakiyekê hate protestokirin.
Li ser banga Federasyona Yekîtiya Elewiyên Swîsre (ÎABF) ji aliyê rêxistinên elewî û saziyên demokratîk ve li stasyona trenê ya navendê çalakiyek hate kirin.
Di çalakiyê de wêneyên siyasetmedar û hunermendên li Madimakê jiyana xwe ji dest dabûn hatin hildan û pankarta bi nivîsa ‘Em xizm wan efû nakin, yên wan efûdikin jî’ vekirin.
Piştî li ser navê ÎABF’ê daxuyaniya bi Elmanî hate xwendin û şûnde ji aliyê hunermendan ve deyîş hatin gotin. Çalakî bi rêzgirtinê bi dawî bû.