Du jinên li Partiya Çep namzetiya xwe ji bo hevserokatiyê eşkere kirin

Piştî hate ragihandin hevserokên heyî wê ji bo kongreya partiyê ku wê meha Cotmehê bê kirin nebin namzet, Janîne Wîssler û Sûsanne Hennîg Wellsow ji bo hevserokatiya Partiya Çep namzetiya xwe eşkere kirin.

Piştî 8 salan û şûnde hevserokên Partiya Çep a yek ji partiyên muxalîf ên Elmanyayê ye tê guhertin. Hevserok Katja Kîppîng û Bernd Rîexînger rojên borî ragihandin ku wê ji bo kongreya partiyê ku wê meha Cotmehê bê kirin nebin namzet. Ji xwe li gorî rêziknameya Partiya Çep di asta rêveberiyê de herî zêde kesek dikare 8 salan erkdar be.

Piştî daxuyaniyên Kîppîng û Rîexînger awir vegeriyan ser kulîsên Partiya Çep. Daxuyaniya li bendê bû duh hate dayîn. Di saetên danê nîvroyê de Seroka Koma Meclîsa Eyaleta Hessenê Janîne Wîssler bi daxuyaniyeke çapemeniyê namzetiya xwe eşkere kir. Wîssler a 6 sal in erka alîkariya hevserokatiya partiyê birêve dibe, got: “Piştî demeke dirêj a fikirînê gihiştim vê biryarê.”

Wîssler di meha Tîrmeha borî bi nameyên gefên komên Neonazî ya bi îmzeya ‘NSU 2.0’ ketibû rojevê. Her wiha piştî nîvroyê jî Serok wekîla eyaleta Thurîngenê ya Partiya Çep Sûsanne Henngîn Wellsow namzetiya xwe eşkere kir.

Wellsow got: “Bi eşkerekirina namzetiya xwe di ferqa wê de me ku berpirsyariyeke mezin hildigirim. Dixwazim herdu hevserok jî jin bin.”