Dr. Gulşen:  Ziyana li raçînka organan dikare bikuje

Dr. Fahrettîn Gulşen bal kişande ser nîşaneyên dil, gurçik û kezebê yên çalakgerên greva birçîbûnê yên Strasboûrgê û got, kêmbûna raçîna organên 7 çalakgeran dibe ku rê li komlîkasyonên giran û mirinan veke.

Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê ya 14 berxederên a bi daxwaza  rabûna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 131'ê de didome.

ZIYANA LI SER ORGANAN DIBE KU BIBE SEDEMA MIRINÊ

Her ku diçe rewşa tendiristiyê ya çalakgeran dikeve rewşeke bi rîsk. Dr. Fahrettîn Guneş ku ji destpêka greva birçîbûnê ve rewşa çalakgeran dişopîne, diyar kir, heke di demeke kurt de çaerserî neyê dîtin, tehrîbata ku heta niha di organên çalakgeran de çêbûyî, dikare bibe sedema komplîkasyonên girîng û rê li ber mirinan veke.

Gulşen diyar kir pirsgirêkên sîstemîk û norolojîk ku beriya niha li cem çalakgeran tespît kiribûn hatine rewşeke wiha ku gefê li ser jiyanê bixwin û got, hin pirsgirêkên li ser dil, gurçik û kezebê xuya dikin, wê taloke bin.

Dr. Gulşen got ji ber krîza dil, têrnekirina gurçikê û enfeksiyona kezebê çêbibe û talokeya ji ber zirara li raçînka dikare derkev holê nîşan da.

LI CEM NÎVÊ ÇALAKGERAN XUYA DIKE

Dr. Gulşen got ev pirsgirêkên ku heta niha 3 çalakgeran de dîtibûn niha li cem 7 çalakgeran tespît kirine û ev nîşana herî pir li cem Yuksel Koç, Kerem Solhan û Gulîstan Îke giran in.

Gulşen diyar kir li cem çalakgerên din hê zêdetir pirsgirêkên norolojîk hene, li bara deng, ronkahî, bêhnê zêde hesas in û êşa giran a ji ber masûlkyen û ji ber vê jî pirsgirêka bêxewiyê heye. Dr. Gulşen diyar kir ev komplîkasyon dibe ku bie sedema mirina çalakgeran.

BANBGA BIHISTYARIYÊ LI KURDAN, RAYA GIŞTÎ Û MUXATABAN

Dr. Gulşen got pirsgirêkên ku nexweşiyê ku wan tespît kirine her gav dibe ku encamên taloke bi xwe re bînin, di vê mijarê de divê saziyên Ewropa ku raya giştî û çalakgerên greva birçîbûnê ew kirine muxatab, divê tevbigerin.

Gulşen diyar kir ji bo çalakgerên greva birçîbûnê faktora herî girîng ''moral'' e û moralê çalakgeran pir baş e. Lê helwesta saziyên Ewropayê ya li bara grevên birçîbûnê ji bandoreke ne baş li moralê dike û got pir girîng e ku daxwazên mirovî yên çalakgeran werin bersivandin.

Dr. Gulşen bang li saziyên tendiristiyê yên li Fransa û welatên din kir û xwest ku rewşa çalakgeran ji cih ve were dîtin.