Dr. Gulşen: Tenduristiya çalakgeran xirab dibe

Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê di roja 23’an de didome. Dr. Fahrettîn Gulşen diyar kir ku ew ji tenduristiya çalakgeran bifikare û ji bo çareseriyê banga ketina nava hewldanan li CPT û Konseya Ewropa kir.

Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Amedê ya Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 62’an de ye. Bi vê armanê li ser banga Înîsyatîfa Azadiya Abdullah Ocalan 17’ê Kanûna 2018’an li Strasboûrgê ji aliyê 15 kesan ve çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger hate destpêkirin û çalakî di roja 23’an de ye.

Her roja diçe pirsgirkên tenduristiyê yê çalakgeran jî xwe dide nîşandan. Krampên mîde xwe lê didin der (Dil lêketin), êşa serî, ketina tansiyon, xirabbûna nirxên xwîne, bêhalî û pirsgirkên bêxweyî dijîn. Çalakger bê navber dibin kontrola bijîşkan de ne û qebûlnekirina tedawiyê fikaran zêdetir dike. Ji roja ku çalakî destpê kirî tîmên tenduristiyê yên Heyva Sor a Kurdistanê 4 caran çalakger kontrol kirine û pirsgirêkên cidî yê tenduristiyê tespît kirin. Ji tîma tenduristiyê Dr. Fahrettîn Gulşen diyar kir ku pirsgirêkên ku roja 40’an nîşan bide niha xwe didin der û fikarên xwe anî ziman. Gulşen banga ketina tevgerê li CPT, Konseya Ewropa (KE) û saziyên Ewropa kir.

‘PEYMANÊN TOKYO Û MALTA ESAS DIGRIN’

Dr. Fahrettîn Gulşen diyar kir ku ji 17’ê Kanûnê ve li ser banga komîteya amadekar a çalakiya greva birçîbûnê hatine û ev tişt got; “Destpêkê me hemû heval kontrola tenduristiyê li wan kir. Destpêkê yên ku ji ber tendurisityê ne li gorî çalakiyê bûn neçar man paşve bizivirînin. Em li vir li gorî biryarên yekîtiya hekîmên navnetewî kar dikin. Eger navê wê were gotin peymanên Tokyo û Malta ne. Li vir hemû mafê çalakgeran ji aliyê me ve tê parastin. Li dijî daxwazên kesan em zorê bikarnaînin. Em rêzê ji wan re digrin. Lê pirsgirkên ku di pêvajoya greva birçîbûnê de çêbibin me ji wan re gotiye. Wana jî tevî hemû tiştî ragihandin ku wê çalakiya greva birçîbûnê bidomînin. Ev hemû me kir rapor û encamên wê me ji wan re ragihandiye.”

 ‘ÇALAKVANÊN KU 9 KÊLO KÊMKIRINE HENE, EV ME DIXE NAVA FIKARAN’

Dr. Gulşen destnîşan kir ku cara çaran e çalakvanan kontrol dike û got: “Ji sibehê ve ev bû cara çaran kontrolên rotîn ên çalakvanan dikin. Hemû çalakavan hatin kontrolkirin. Di encama kontrolê de derket holê ku ji çalakvan ji 4 heta 9 kêlo kêmkirine. Ev jî ji bo 23 rojan gelek e. Ev jî cihê çalakiyê û dîsa kesên tên serdanê çalakvan dixin zoriyê. Di encama kontrolê de derket holê ku di 10 de pirsgirêkên bêhnê û bihîstinê derketiye. Ketina nebzê, ne asayîbûna rêjeya şekir û xwînê heye. Di hinek çalakvanan de ev rêje heta sedê jî çûye. Di navbera kontrola destpêkê û îro de gelek guhertin hene. Ev jî hişyariyên di rojên pêş de bûyerên ku rû bidin dide nîşandan. Eger di roja 23’an de ev pirsgirêk rû bidin, wê di rojên pêş de hê zêdetir bibin. Dîsa kêmxewî heye. Ev mijarên ku me anî ziman bi awayekî asayî di rojên 35-40’î de xwe didan der. Ev jî me dixe nava fikar û metirsiyan. Nepejiarandina dermankirinê ya çalakvana me hê zêdetir dixe zoriyê. Em bi hêvîne ku di demekî pir zû de daxwazên çalakvanan bên bicihanîn, bê ku hinek kes jiyana xwe ji dest bidin. Ez li vir bang li xebatkarên tenduristî û tenduristvanan dikim; Bila bên li vir, serdana çalakvanan bikin. Eger çalakvan bipejirînin bila kontrolên wan bicih bînin. Her kesê vedixwînin vir.”

 ‘BÊ KU KESEK BIMIRE TAVILÊ DIVÊ SAZIYÊN EWROPÎ BIKEVIN TEVGERÊ’

Dr. Fahrettîn Gulşen ê bang li sazî û siyasetmedarên Ewopayî kir got: “Ji bo daxwazên çalakvanan bên bicihanîn divê zext li dewleta Tirk bê kirin. Bang li sazî, dezgeh û dewletên Ewropayî dikin ku di vê mijarê de hestyar bin. Ya li naverastê jiyana mirovan e. Rizgarkirina canekê ye. Eger ku sazî, dezgeh û siyasetmedar bi hestyar bin, tavilê divê bikevin nava liv û tevgerê. Li naverastê canê 14 mirovî heye.”

Dr. Gulşen ê çalakiyên grevên berê bibîr xist û wiha pêde çû: “Daxwazên grevên birçîbûnê yên berê di nava 35 roj heta 50 rojî dihatin bicihanîn. Bi vî rengî pêşî li mirina çalakvanan dihate girtin. Em li benda heman helwestê ne. Di nava 23’ê rojan de kesên ku 9 kêlo dan hene. Beriya niha em rastî tiştekî wiha nehatine. Kêmkirina kêloyên çalakvanan me ditirsîne, dixe nava fikaran.”

‘KESÊN TÊN SERDANÊ DIVÊ BALDAR BIN’

Dr. Fehrettîn Gulşen bang li Kurdên ku li Ewropa tên serdana çalakvanan dikin kir û got: “Her roj bi sedan kes tên serdana çalakiyê. Ev xwezayî ye, tişta ku bê kirine. Em dixwazin ev yek hebe. Ev jî di warê moralên çalakvanan de girîng e. Lê di nava kesên tên serdanê dibe kesên ji ber sermayên nexweşketibin hene. Ev rewş me ditirsîne. Divê kesên tên di vê mijarê de baldar bin. Yan di vê bên dermankirin û wisan bên serdanê yan jî li vir li gorî distûran tevger bike.”