Dr. Gulşen: Rewşa 7 çalakvanan xeter in

Dixtoran di derbarê rewşa tenduristî ya 7 çalakvanên ku Yuksel Koç jî di nav de di roja 38’an a çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne hişyarî da, agahî da ji ber lez kêmkirina kêloyan semptonên ku xeteriyê bi xwe re tîne derketine pêş.

Her ku diçe rewşa tenduristiya 14 çalakvanên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strassboûrgê ketine greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorvger xirabtir dibe.

REWŞA 7 ÇALAKVANAN DI XETERIYÊ DE NE

Dr. Fahrettîn Guneş ê rojane çalakvanan kontrol dike di serî de Yuksel Kol û gelek çalakvan rewşa wan her diçe xeter dibe. Dr. Gulşen li gel Koç bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya Kerem Solhan, Gulîstan Îke, Ekrem Yilmaz, Ayvaz Ece, Ramazan Îmîr, Mehmet Nîmet Sevîm û Mustefa Sarikaya û têkildarî semptomên ku li çalakvanan derketine pêş agahî parvekir.

DI NAVA SÊ ROJÊN DAWÎ DE PIR KÊLO KÊM KIRINE

Dr. Gulşen anî ziman ku piştî kontrolên herî dawî yên 21’ê Çileyê û şûnde her diçe çalakvan kêloyan kêm dike, destnîşan kir ku piştî windakirina kêloyên 7-12 di van sê rojên dawî de 8-13 kêlo kêm kirine.

DI REWŞA 7 KESAN DE SEMPTOMÊN KU CIDÎ BÊN GIRTIN DERKETINE PÊŞ

Dr. Gulşen bibîr xist ku ji ber rewşa temen a Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç dibe di rojên pêş de hişyariyên pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê derkevin pêş, heta niha Koç 11,5 kêlo kêm kiriye. Dr. Gulşen diyar kir ku pirsgirêkên mîna di guh de zingîn, pirsgirêka mîde, dilavêtin, gêşbûn, bê xewî, ketina tnasyon û nabzê derketine pêş.

Dr. Gulşen da xuyakirin ku li gel Koç, Kerema Solhan, Gulîstan Îke, Ekrem Yilmaz, Ayvaz Ece û Ramazan Îmîr jî rewşên wan jî ne kêmî yên Koç in. Dr. Gulşen di van kesan de semptomên mîna li hemberî deng û ronahiyê hişyariya zêde, çingîna dengê guh, mîde, dil avêtin, ne rawestanan şekir û xwînê, dîsa ketina tansyon derketine pêş.

DIBE REWŞA KOÇ XETERIYÊN HÊ MEZINTIR BI XWE RE BÎNE

Dr. Gulşen got ev semptom di hinek çalakvanan de hê zêdetir xwe didin der û di hinekan de jî hê kêmtire, bi taybet li Yuksel Koç zêdetirin û got: “Dema temen û ev xeterî li ber çavan tên girtin, ev semptom di rojên pêş de xeteriyên hê mezintir bi xwe re bîne.

Dr. Gulşen diyar kir ku ji çalakvanan Kerem Solmanz 10,5 kêlo kêm kiriye û got: “Li gel Solmaz, Ekrem Yilmaz, Ayvaz Ece, Ramazan Îmîr û Gulîstan Îke jî ji ber windakirina kêloyên zêde heman semptom peyda bûne.

Li gorî agahiyên Dr. Fehrettîn Gulşen dayî, rewşa îltihabê ya ji ber bronşîta ku ji ber enfeksyona bi rêya nefesê pêk hatî ya li Mûstefa Sarikaya jî di asta metirsiyê de ye. Dr. Gulşen hişyariya ku ev îltihab rê li ber îltihabûna kezebê vedike û got: “Bi hêvîne ku ev rewş baş derbas bibe, nevegere îltihabûna kezebê. Ji ber rewşa grevê dibe em rû bi rû yê bûyerên xedartir bên.”

Dr. Gulşen anî ziman ku Mehmet Nîmet Sevîm jî 12,5 kêlo kêm kiriye û divê li ser vê rewşê jî bê sekinîn.

Dr. Gulşen di derbarê rewşa 7 çalakvanan de agahî parvekir û diyar kir ku piştî kontrola gişît ya roja Yekşemê û şûnde wê li ser mijarê agahiyên hê berfirehtir bidin.