Dostê Kurdan Martîn Dolzer ji bo hilbijartinên Hambûrgê bang kir

Namzetê Partiya Çep Martîn Dolzer: Hilbijêrên li Hambûrg-Mîtte dimînin dikarin pênc dengên xwe bidin namzeta/ê eyaletê, 5 dengan jî bidin namzetên navçeyê. Ez jî dostekî Kurda me û daxwaza dengê wan dikim.

Li eyaleta Hambûrgê ya Elmanyayê wê Sibatê hilbijartinên eyaletê bên kirin. Dostê Kurdan rojnamevan-civaknas Martîn Dolzer namzetê Partiya Çep e. Dolzer ku beriya çar salan di hilbijartinên eyaletê de bû parlamenter, îsal jî li Hambûrg-Mîtte'yê namzetê parlamenteriyê ye.

Martîn Dolzer di rêza 12'emîn a lîsteya Partiya Çep de cih digire. Ji salên 2000'î û vir ve bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurd re xwedî têkiliyeke xurt e.

Dolzger di heman demê de yek ji wan kesan e ku ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê hewl dide. Dolzger got, "Li Hambûrgê tevlî hemû çalakiyan bûm û bi vî rengî min hewl da tevkariyeke xurt bikim. Ji bo hin çalakiyan jî min serlêdana destûrê kir." Dolzer destnîşan kir ku wê kar û hewldanên xwe yên ji bo têkoşîna gelê Kurd dewam bike.

Martîn Dolzer anî ziman, eger bê hilbijartin wê giraniyê bide ser polîtîkayên aştiyê û pirsgirêkên penaberan û got, "Her roj bi tonan çek û cebilxane ji bendergeha Hambûrgê diçe ji herêmên şer re. Bêguman ev yek ne ya qebûlkirinê ye. Eger bibim parlamenter ez ê têkoşîna xwe ya li dijî vê bidomînim. Tevî vê yekê em ê piştgiriya xwe ya bi Rojava re mezin bikin. Divê em xwedî li şoreşa li Rojava derkevin. Di serî de penaberên ji Şengal û Rojava hewl didim bibim alîkar ji penaberan re."

Martîn Dolzer li ser şûna xwe ya lîsteya namzetiyê jî got, "Di lîsteya eyaleta Hambûrgê de li rêza 12'emîn, di lîsteya Hambûrg-Mîtte de jî di rêza 2'emîn de namzet im. Hilbijêrên li Hambûrg-Mîtte dimînin dikarin pênc dengên xwe bidin namzeta/ê eyaletê, 5 dengan jî bidin namzetên navçeyê. Ez jî dostekî Kurda me û daxwaza dengê wan dikim. Eger tevî Cansû Ozdemîr em ji bo parlamentê bên hilbijartin, li parlamentê em ê karibin temsîliyeteke xurt a Kurdan bikin."

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka