Dostê Kurd Saleh Mamon jiyana xwe ji dest da
Endamekî çalak ê kampanyaya Freedom for Ocalan (Ji Ocalan re azadî), akademîsyenê Zanîngeha Londonê û dostê Kurdan Saleh Mamon ê ji Kenyayê, jiyana xwe ji dest da.
Endamekî çalak ê kampanyaya Freedom for Ocalan (Ji Ocalan re azadî), akademîsyenê Zanîngeha Londonê û dostê Kurdan Saleh Mamon ê ji Kenyayê, jiyana xwe ji dest da.
Yek ji endamên aktîf ê CAMPACC (Kampanyaya li dijî krîmînalîzekirina civakên koçber) û kampanyaya Ji Abdullah Ocalan re azadî, Saleh Mamon jiyana xwe ji dest da.
Saleh Mamon bi taybetî bi xebatên xwe yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşandî, tê naskirin. Her wiha ji bo derxistina PKK’ê ya ji lîsteya terorê jî, di nava hewldanan de bû.
Mamon bi tevkariyên xwe yên ji bo têkoşîna li dijî krîmînalîzasyona li hemberî civaka Kurd a li Îngilistanê jî, wê were bîranîn.
Mamon beriya demekê roportajek dabû Medya Haber TV’ê û bal kişandibû ser rolê bingehîn ê Abdullah Ocalan û banga bilindkirina berxwedanê kiribû. Mamon her wiha ev tişt gotibû: “Dewleta Tirk divê êdî dawî li terora xwe ya li hemberî gelê Kurd bîne.”