Dolzer: Tirkiye hiqûqa navneteweyî binpê dike, divê were darizandin

Di çarçoveya Rojên Çanda Kurd a 10’emîn a ku li Nurnberga Elmanyayê de, panelek hate lidarxistin. Endamê Parlementoya Eyaleta Hambûrgê Martîn Dolzer xwest li hemberî Tirkiyeyê helwest were nîşandan.

Di çarçoveya Rojên Çanda Kurd a 10’emîn a ku li Nurnberga Elmanyayê de, panelek hate lidarxistin.

Endamê Parlementoya Eyaleta Hambûrgê Martîn Dolzer bi rêya Skpype tevlî panelê bû qala grevên birçîbûnê kir ên ku ji rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn lidarxistin. Dûlzer got ku “Ev çalakiyên greva birçîbûnê gelekî dirêj ajotin. Elmanya di serî de Yekîtiya Ewropayê li hemberî van çalakiyan bêdeng man. Tirkiye di warê navneteweyî de hemû qadan binpê dike û YE zextan li Tirkiyeyê nake. Niha tê dîtin ku grevên birçîbûnê gihiştine armanca xwe, ev ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn û aştiyê gelekî girîng e. Tirkiye niha jî Efrîn dagir kiriye û sûcer şer didomîne. Tirkiye bi balefirên şer êrîşî Qendîlê dike û kesên sivîl qetil dike. Ev tê wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî. Divê li hemberî Tirkiyeyê helwest were nîşandan.

ÇETÎN: ELMANYA LI HEMBERÎ TIRKIYEYÊ HELWESTA XWE NÎŞAN NADE

Nûçegihan-nivîskar Ferda Çetîn jî got tevgera Kurd ji ber ku demeke dirêj li dijî artêşa Tirk ku ji hêla teknolojîk ve xwedî derfetên mezin e û  mezintirîn artêşa duyan a NATO'yê û li dijî dewletên mîna Îran, Sûriyê û Iraqê têdikoşe ne tenê li ser piyan maye û domand, ''Tevgera Kurd ji bo ku dikare jiyana civakî rêxistinî bike dikare li ser piyan bihêle. Ji vî alî ve civak destekê dide. Ne tenê bi tevgereke leşkerî her wiha li hemû qadên jiyanê xwedî îdîa ye û li ser vê xalê têdikoşe jî. Ev raman piştî Kobanê bi zêdeyî bala gelên cîhanê kişande ser xwe.Piştî Kobanê têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê, li Şengalê bi têkoşîna gerîlayên Kurd ên li dijî êrîşên DAÎŞ'ê ya li ser Kurdên Êzîdî, bi têkoşîna jinên Kurd hem bi ser ket û hem jî bala her kesî çû ser wan.''

Çetîn bi domdarî got li Rojava ji aliyekî ve li qada şer Kurd di nav koalîsyonê de ne lê li aliyê dî ne xwedî helwesteke tund in, ji bilî Elmanya û got, ''Divê mirov pozîsyona Elmanya bi taybetî binirxîne. Di nav koalîsyonê de bi Kurdan re li heman cihî ye. Ev paradoksek e. Elmanya polîtîkayên wê pir dişibin yên Tirkiyeyê. Elmanya di nav koalîsyonê de bi Kurdan, YPG, YPJ'ê re di heman eniyê de ye lê alayên wan qedexe dike. Me ev fêhm nekiriye. Lê li ser vê mijarê dewletên din ev mijar çareser kirin. Dewletên YE'yê jî, DYE jî, hêza leşkerî ya Kurdan, a şervanên Kurd û gerîlayên Kurd qebûl kir, çapemeniya rojava vê tîne ser zimên. Lê hêzên navnetewî vê rewşa pozîtîf di hevdîtinên siyasî de bi heman astê qebûl nekirin, cihê şikestinê ev der e, girêk ev der e.''

Çetîn bi domdarî got, ''Dibêjin Kurdan şerekî baş kirin lê ji bo hevdîtinên siyasî bang li nûnerên siyasî yên Kurdan ankin. Nûnerên Ele      Qaîde, El Nusra, DAÎŞ û OSO'yê ku Kurdan li Iraq û Rojava şerê wan kirin tevlî hevdîtinên siyasî dibin. Lê Kurdan tevlî hevdîtinên siyasî nakin. Tevgereke wiha ku ew çend di nav wan de ne çawa li derve dihêlin? Sedema vê çiye?' Naxwazin hêzeke siyasî ku ji hêla leşkerî ve tê destekkirin û qebûl kirin li ser maseya siyasetê bibe aktoreke damezirîner û xurt bibe. DYE jî, YE jî û dewletên herêmê jî''

Çetîn diyar kir ku ew vê rewşê bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re têkildar dinirxînin.''