Roja duyemîn a 1’emîn Konferansa Ciwanan a Cîhanê ya li Parîsê hat lidarxistin, bi komxebatan dewam kir. Di komxebata "Ciwan û Pirsgirêka Ekolojiyê" ya ku yek ji 12 atolyeyên di çarçoveya konferansê de hatin lidarxistin de, li ser rola ciwanan a di têkoşîna ekolojiyê de danasîn hate kirin.
Delegeyê konferansê yê ji herêma Yukba ya Kolombiyayê Juan Pablo li ser krîza avhewayê û kapîtalîzmê nirxandinek kir. Juan Pablo ku li Parîsê li sirgûnê ye, bal kişand ser krîza avhewayê ya koka kapîtalîst û mêtingeriyê û wiha axivî: "Divê em li ser bifikirin ku ger karesata avhewayê tenê bandorê li Efrîka, Abya Yala û bi giştî jî li başûrê cîhanê bike, divê li ser rewşa cîhanê em bifikirin û wiha domand: “Ger Ewropî bi xetereyên krîza ekolojîk re rû bi rû nebin dê ev me xemgîn bike? Em nikarin vegotina guherîna avhewayê, îstismara mêtingeriyê û dewlemendiya Ewropayê ji nedîtî ve bên. Krîza avhewayê encama pergala kapîtyalîst a îstîsmara mêtingeriyê ya ax, jiyan û kolekirina mirovan diqewime. Divê em krîza avhewayê bi nîqaşa kêmbûna CO2 ve girê nedin.”
‘DERKET HOLÊ KU BENDEWARIYA JI HIKÛMETAN VALA YE’
Endama Nantes en Commun û delegeya konferansê Esther li ser têkiliya di navbera krîza ekolojîk û şoreşa cîhanî de rawestiya. Esther di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Eger em krîza ekolojîk plana paş a 5 hezar sal ên mêtingeriyê fêm bikin, wê demê em dikarin şoreşê bidin destpêkirin." Estherê diyar kir ku ew ji bo şoreşa gerdûnî têdikoşin û anî ziman ku tu têkiliya ciwanên bajaran bi xwezayê re nîne. Esther bal kişand ser cudahiyên di navbera ciwanan û wiha pêde çû: "Divê em xwe birêxistin bikin, ji ber ku dîroka tevgera avhewayê nîşanî me daye ku bendewariya ji hikûmetan vala ye.”
ABDULLAH OCALAN TÊKILIYA DI NAVBERA MÊTINGERIYA XWEZAYÊ Û TUNDIYA LI SER JINAN DE DÎT
Piştî beşa destpêkê ya komxebatê, kesên ji deverên cuda yên cîhanê hatibûn behsa têkoşîna herêmên xwe kirin. Delegeya konferansê ya tevgera xwecihî ya Brezîlyayê diyar kir ku mêtingerî hîn jî li Brezîlyayê wekî di pîşesaziya çandiniyê de sîstemek kujer heye û qala têdikoşina li dijî wê kir. Nûnera Brezîlyayê wiha got: "Berxwedana me ji kal û pîrên me tê. Mîrateya me bêdawî ye. Berxwedana me wê tu carî nesekine. Ji bo krîza avhewayê perspektîfek dij-mêtingeriyê pêwîst e. Krîza avhewayê dema ku Ewropiyan axa me dizîn dest pê kir. Daristan û çemên me hilweşandin, ax û jiyana me dizîn. Em soz didin ku bi zimanê xwe têkoşîna xwe bidomînin. Em li Brezîlyayê ji sedî 4 ê nifûsa Brezîlyayê ne, lê em ji sedî 90 jê cihêrengiya biyolojîkî li Brezîlyayê diparêzin. Ji ber vê yekê em çareserî ne. Em herêma xwe wekî jiyana xwe diparêzin. Hevalekî min ê ji tevgera ciwanên Kurd xwest ku ez analîza jiyana xwezayî/civakê ya Ocalan bixwînim.Abdullah Ocalan têkiliya di navbera mêtingeriya xwezayê û tundiya li ser jinê bi hev girû dide. Ev her du jî xwe dispêrin zihniyeta zilam a zordar.”
’DIVÊ EM NEHÊLIN DEWLET BIRYARÊ BIDE‘
Delegeya ku ji Maliyê beşdarî konferansê bû ev tişt anî ziman: “Em weke ciwan dixwazin jiyan û nêrîna xwe ya li ser xwezayê biguherînin. Em ne aktorên li dijî tunekirina xwezayê ne. Em xweza ne û xwe diparêzin. Îro divê em destûr nedin dewlet der barê jiyana me de biryarê bide. Dem dema rabûna li ser piyan e."