Partiya Çep a Sosyalîst a Norweçê ragihand ku divê di pêvajoya êrîşên li dijî Kurdan dom dike de, daxwaza firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê bide rawestin kir.
Endamê Komîsyona Parastinê ya Partiyê Aûdûn Lysbakken ê ji rojnameya VG’ê re axivî, diyar kir ku piştî xiyaneta Serokê DYE Trûmp, welatên Nato û komîsyonê û şûnde pêkanînê li dijî Kurdan ên têkoşînek mezin li dijî DAÎŞ’ê kirin weke trajedî pênase kir.
Lysbakkan diyar kir ku ji bo rawestandina firotina çekan a Tirkiyeyê wê pêşniyarekê bide parlementoyê û got: “Gelek sedemê vê hene, niha bûyerên pir cidî diqewimin. Ev tê wateya li Sûriyeyê şerek nû û krîzên nû yên koçberiyê.”
Lyskakan hişyariya ku bi êrîşên Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re wê çeteyên DAÎŞ’ê yên girtî birevin.