‘Divê CPT mudaxeleyî tecrîda li Îmraliyê bike’

Montserrat Vînyets Pages ê li Parlamentoya Katalonyayê axivî, xwest CPT mudaxeleyî tecrîda li ser Abdullah Ocalan bike û got: "Li ser navê berpirsyarî û demokrasiyê em dixwazin Birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî yên Kurd bên berdan."

Nûnertiya Parlamentoya Navneteweyî ya ku ji bo nîqaşkirina tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi du rojan çû Stenbolê, îro vegeriya welatê xwe.

Yek ji endamên heyetê Parlamentera Parlamentoya Katalonyayê (CUP) Montserrat Vînyets Pages, dema ji Stenbolê vegeriya li Parlamentoya Katalonyayê firsend bi kar anî û li ser pergala qirkirinê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin axivî.

Montserrat Vînyets Pages di destpêka axaftina xwe de bi bîr xist ku meha Sibatê 25’emîn salvegera tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û diyar kir ku wan li Stenbolê bi parêzerên Abdullah Ocalan û saziyên sivîl ên li Tirkiyeyê ji bo mafên mirovan têdikoşin hevdîtin pêk anîn.

Endamê CUP’ê der barê tecrîda li Îmraliyê de ev tişt gotin: “3 sal in tu agahî jê nayê. Tu agahî, tu tiştek! Lê belê, ev rewşek e ku dikare wekî êşkenceyê were hesibandin. Ji ber vê yekê em îro di 25’emîn salvegera girtina wî de ji bo dengê xwe bidin bihîstin li vir in. Daxwaz destwerdana Komîteya Dijî Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT)... Li ser navê berpirsyarî û demokrasiyê em dixwazin Birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî yên Kurd demildest bên berdan.”