Dirûtina maskeyan a NCKD a Hîldesheîmê didome

Li bajarê Hîldesheîm a Elmanyayê xebatên maseya krîzê ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li dijî şewba koronayê dabû destpêkirin dewam dike. Maseya krîzê dirûtina maskeyan a ji bo kesên hewcedar jî didomîne.

Xebatên Maseya Krîzê ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Hîldesheîm a FED-MED’ê hate avakirin ya li dijî Covîd-19 dewam dike.

Maseya Krîzê li dijî şewba Covîd-19 dirûtina maskeyan dewam dike.

Maskeyên ku ji bo kesên hewcedar û kal ên li Hîldesheîm û derdorî wê dijîn tên dirûtin, ji bo kesên hewcedar jî tên şandin.

Hevberdevkên maseya krîzê got: “Bi vê lezê Maseya Krîzê ya Civaka Kurd a Demokratîk a Hîldesheîmê dixwaze ruhê alîkarî û parvekirinê pêş bixe.”