Dirûşmeya "Daxwazên Guven, daxwazên me ne" olan dide

Li paytexta Fransa Parîs û bajarên, Bordeaûx û Marsîlya, li paytexta Avûstûrya Viyanayê ji bo piştgirî dayîna çalkiyên grevên birçîbûnê çalakî hatin lidarxistin.

Çalakiyên ji bo piştgirî dayîna grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ewlehî, tenduristî û azadiya Ocalan didomin.

Li paytexta Fransa Parîs û bajarên Marsîlya û Bordeaûxê meş hatin lidarxistin, li paytexta Avûstûrya Viyanayê jî standa agahdarkirinê hate danîn.

PARÎS

Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Fransa Parîsê dijîn ji bo balê bikêşin li ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD û Parlamnetera HDP’ê Leyla Guven ku çalakiya wê di roja 74’an de ye meş û mîtîngek lidarxisitn.

Çalakî li ser banga Civaka Demokratîk a Kurd ya Fransa (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-E) li Qada Repûblîqûeyê pêk hat û nûnerên ACTIT, SKB, partî û rêxistinên Fransayê beşdar bûn.

Parlamenterê Partiya Komunîst a Fransa yê Ewropa Patrîck ve Hayrîc, Endamê Koordînasyona Tevgera Nebez û Partiya Çep Danîelle Sîmonnet, parlamenterê Partiya Çep Erîc Cocrel axivîn û diyar kirin ku rewşa Leyla Guven gelek kiritîk e û banga demildest ketina nava tevgerê li Konseya Ewropa, CPT û hikûmeta Fransayê kirin.

Girse piştre bi pankarta ‘Em hemû Leyal Guven in’, ‘Ji Ocalan re azadî’ meşiyan û dirûşmeyên protestokirina dewleta Tirk berz kirin.

Li Qada Chatelet meş veguherî mîtîngê. Hevserokê CDK-F Vedat Bîngol û nûnera TJK-F Bêrîvan Firat axvivîn û diyar kirin ku pêvajoya Leyla Guven tê de gelek kiritîk e.

Çalakî bi dirûşmeya ‘Bijî berxwedana zindanan’ bi dawî bû.

BORDEAÛX

Li bajarê Fransa Bordeaûxê jî Kurdistanî û dostên wan ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocala û pêkanîna daxwazên Leyla Guven meşek lidarxistin.

Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Berxwedan jiyan e’, ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin.

Dawiya meşê Hevserokê NCDK axivî û ji bo çalakiyan banga tevlîbûna bihêz kir.

MARSÎLYA

Li bajarê Fransa Marsîlyayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger tecrîda li ser Ocalan hate protesto kirin. Di çalakiyê de peyama “Daxwazên Leyla Guven daxwazên me ne’ û berxwedana grevên birçîbûnê yên li Hewlêr, Strasboûrg û li bajarên din hate silavkirin.

Girseya gel li Qada Canabiere li hev civiyan û heta Qada Vîeûx-Port meşiayn. Zêdetirî 2000 kes beşdarî meşê bûn, wêneyê Ocalan û ala PKK’ê hate hildan.

Di çalakiyê de salvegera êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê hate şermezarkirin û dirûşmeyên ‘Kujer Erdogan’ , ‘Bijî berxwedana Leyla Guven’ û ‘Bê Serok jiyan na be’ hatin berzkirin.

Li Qada Vîeûx-Port meş veguherî mîtîngê. Siyasetmedara Kurd Dîlek Ocalan a li Strasboûrgê di greva birçîbûnê de ye bi rêya telefonê beşdarî mîtîngê bû û axivî.

Piştre siyasetmedarê Kurd Xebat Ocalan jî axivî û banga xwedîderketina li berxwedanê kir.

VIYANA

Li paytexta Avûstûrya Viyanayê ji bo bal kişandina li ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven û grevên din standa agahdarkirinê hate danîn.

Stand ji aliyê NCDK Viyana li Stephanplatzê hate danîn.

Wêneyên Ocalan û Guven li standê hate daliqandin û belavok hatin belavkirin.