Dîcle û Tûrhalli çûn serdana berxwedêran
Siyasetmedarên Kurd Hatîp Dîcle û serokê CÎK Hafiz Tûrhalli, çûn serdana berxwedêrên greva birçîbûnê Sûltan Yîgît û Şivan Agaoglu ku li Viyanayê berxwedana xwe didomînin.
Siyasetmedarên Kurd Hatîp Dîcle û serokê CÎK Hafiz Tûrhalli, çûn serdana berxwedêrên greva birçîbûnê Sûltan Yîgît û Şivan Agaoglu ku li Viyanayê berxwedana xwe didomînin.
Siyasetmedarên Kurd Hatîp Dîcle û serokê CÎK’ê Hafiz Tûrhalli, çûn serdana Sûltan Yîgît û Şivan Agaoglu ku li paytexta Ewûstûrya Viyanayê bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev 86 roj in di greva birçîbûnê de ne.
Dîcle û Tûrhalli, bi her du berxwedêran re hevdîtin kirin û di derbarê rewşa wan a tendirûstû û moral de agahî wergirtin.
Di serdanê de hate gotin ku divê Yekîtiya Ewropayê guh bide dengê berxwedêran û daxwazên wan bên pêkanîn.