Di rojnameyên Îngîltereyê de îlana ‘ji Abdulah Ocalan re azadî’

Di rojnameyên Daîly Mirror, Brentwood Recorder û Wood and Wale yên Îngîltereyê îlana ‘Ji Abdulah Ocalan re Azadî’ hatin dayîn.

Çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li her dera cîhanê didomin.

Li Îngîltereyê xebatên sendîkayên ku nûnertiya bi mîlyonan karkeran dikin yên li dijî komploya navnetewî ya li hemberî Rêber Gelê Kurd Abdulah Ocalan kampanya Ji Abdulah Ocalan re Azadî dane destpêkirin, didome.

14 Sendîkayên netewî yên nêzî 6 mîlyon karkeran temsîl dikin, îlanên rojnameyê jî li ser çalakiyên ku bi alîkariya Meclîsa Gelê Kurd a li Brîtanyayê didomin hat zêdekirin.

‘KESEK NEMA KU ME XWE NEGIHANDIBÊ’

Kampanya ji aliyê 14 sendîkayan ku di nava wan de yên mîna Ûnîte the Ûnîon, GMB, NEÛ, ÛSDAW û FBÛ hene berdwam dike.

Hevserokên Meclîsa Gelê Kurd a li Brîtanyayê Elîf Sarican û Ercan Akbal, tekezkirin ku wan îlan dane hemû rojnameyên sendîkayan yên li hemû herêmên welat weşanê dikin, kesek nemaye ku me xwe negihandibê.

Di rojnameya Daîly Mîrror de bi sernava “Ji Abdulah Ocalan re Azadî” banga tevlîbûna kampanyayê hatkirin. Dayîna îlanan ji bo hemû rojnameyên li welat didome, îro jî ji rojnameyên Brentwood Recorder û Wood and Wale re îlan hat dayîn.

Di hefteya li pêş me de jî wê medya JPI di 66 sernavên herêmî de heman reklamê biweşîne.