Di rojnameya Il Manîfestoyê de ji bo azadiya Ocalan îlan hate dayîn
Di rojnameya Il Manîfestoyê ya Îtalyayê de bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îlana ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re hate dayîn’.
Di rojnameya Il Manîfestoyê ya Îtalyayê de bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îlana ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re hate dayîn’.
Di rojnameya Il Manîfestoyê ya Îtalyayê de bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di rûpelekî de îlana ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re hate dayîn’.
Îlan ji aliyê Komîteya Dema Wê Hat, Azadî Ji Ocalan Re, Tora Hevgirtina Dost a Kurdistan-Îtalyayê, Buroya Enformasyonê ya Îtalya-Kurdistane hate dayîn.
Di îlanê de ev tişt hate diyarkirin:
“Li Tirkiye û Rojhilata Navîn rewş ji kontrolê derdikeve. Divê qada navneteweyî têkeve nav hewldanan û dawî li şîddetê bînin. Kurdan DAÎŞ têk birin û li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ji bo avakirina civakeke nû gelekî ked dan, lê dema ku êrîşî Kurdan hate kirin, dinyayê piştgirî neda wan. Artêşa Tirk û çeteyên wê li dijî Kurdan êrîşên giran kirin.
Di navbera salên 2013-2015’an de di navbera hikumeta Tirk û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyeke aştiyê pêk hat lê serokkomar Erdogan dîsa dest bi şîddetê kir û ji ser maseyê rabû.
Êdî dem hatiye ku dawî li tecrîda 20 salan a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were.
Kampanyaya Azadî ji Ocalan re bang li hemû siyasetmedar, civaka sivîl û civaka navneteweyî dike ku bila têkevin nav hewldanan. Ji bo vekirina deriyên aştiyê û piştgiriya banga me, tevlî kampanyayê bibin.
Divê tecrîd bi dawî bibe, Ocalan di serî de girtiyên siyasî werin berdan, zilma siyasî ya li dijî şexsiyetên mûxalif bi dawî bibe, operasyonên leşkerî yên ku Tirkiye li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Iraqê dike, bi dawî bibe, bi tevlêbûneke navneteweyî re pêvajoyeke nû ya aştiyê were destpêkirin.”