Di nava Durziyan de cih û rola jinê

Di civaka Durzî de jin ne tenê endamên malbatê ne, di heman demê de ragirê bawerî û exlaqê ne. Dikare xwe bigihîne zanîna olî, tevlî çîna uqqal bibe û di jiyana civakî de rolek aktîf bigire.

Her çiqas Durzî hem di warê olî û hem jî di warê civakî de xwediyê avahiyeke girtî û kevneşopî bin jî, helwesta wan a li hemberî jinan ji gelek civakên Rojhilata Navîn wekhevtir e. Jin bi taybetî di warê perwerdehiyê, berpirsiyariya exlaqî û gihandina zanîna olî de xwedî mafên wekhev in. Ev rewş bi xwe re ku aliyên mîstîk û felsefî yên Durzî pergalek ehlaqî ku jin di nav xwe de dihewîne ava kiriye.

ROLA JINAN DI NAVA CIVAKÊ Û ÇANDÊ DE

Di civaka Durziyan de, jin ji bo ku perwerdehiyek baş bibînin tên teşwîqkirin. Ji ber ku berpirsyarê yekemîn ê perwerdehiya exlaqî û civakî ya zarokan dayîk e. Jin ne tenê di nava malbatê de, di pêkhateya civakî de jî weke rêberek exlaqî tê dîtin. Durzî tenê di nav civaka xwe de dizewicin. Ger jinek bi yekî ne Durzî re bizewice, dibe ku ji civakê were dûrxistin (redkirin). Jin weke stûna malbatê tê dîtin. Parastina yekîtî, şeref û nasnameya olî ya malbatê erka wê ye. Pirzewacî teqez nayê pejirandin. Ji bo wan zewaca bi yek kesî re esas e.
 
Jin dikarin di rêveberiyên civakên xwecihî, saziyên perwerdeyê û heta qadên siyasî de cih bigirin. Bi taybetî li Lubnan û Îsraîlê, jinên Durzî yên nûjen di partiyên siyasî, perwerde û tenduristiyê de rolek aktîf dilîzin. Jinên Durzî weke bijîşk, mamoste, endezyar, parêzer û siyasetmedar kar dikin. Li Îsraîlê Durziyên jin ên leşkerî jî hene. Asta perwerdehiya wan pir bilind e; Ew di pêşveçûna malbat û civakên xwe de rolek çalak dileyzin.
 
ROLA JINÊN DURZÎ DI ALIYÊ OLÎ DE
 
Uqqal (aqil/çîna zanistiyê): Jin li vir xwedî rayeya xwendin û şîrovekirina metnên olî û rêberiya civakê ye. Cuhhal (çîna gel): Li vir jî jin li gor qaîdeyên bingehîn ên exlaqî tevdigere, lê sirên olî nizane. Dibe ku jin di çîna uqqal de cih bigirin, ev yek dikare wan bigihîne asta rêbertiya olî. Ev rewş di gelek mezhebên alema Îslamê de nayê dîtin. Jin dikarin beşdarî civînên nimêjê bibin û beşdarî sohbetên olî bibin. Di civînan de, jin û mêr bi gelemperî ji hev cihê rûdinin lê rolên wekhev dilîzin. Ji ber ku berpirsiyariya olî li ser esasê exlaqê ferdî ye, bêyî ferqê zayendî, erkên exlaqî li gorî zayendê nayên veqetandin.
 
Şêweya cil û bergên jinên Durzî li gorî temen û girêdana wan a olî diguhere: Jinên Uqqal çarşefeke spî ya sade (tarha) li xwe dikin û bi gelemperî kincên reş li xwe dikin. Dibe ku jinên ciwan û çîna civakî cil û bergên nûjentir li xwe bikin, lê bi gelemperî ji bo ku mutawazî be baldarî çêdibe. Cil û berg ne tenê semboleke olî ye, di heman demê de nîşana rewşa exlaqî ye.

Di nav Durziyan de jin ne tenê di nav malbatê de, di warê civakî û olî de jî kesayetên çalak, rêzdar û berpirsiyar in. Qabiliyeta wan a beşdarbûna di çîna Uqqal de, parvekirina wekhev a berpirsiyariya exlaqî, perwerdehî û beşdariya civakî, wan ji gelek civakên olî di rewşeke wekhevtir de dihêle. Ev pêgeha xurt a jinan yek ji bingehê şiyana civaka Durzî ye ku aramî û nasnameya xwe biparêze.