BI DÎMEN

Dîmenê du çalakiyên gerîla yên li Zapê

Gerîla TV dîmenê du çalakiyên li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê weşand ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin kirin.

Gerîla TV dîmenê du çalakiyên li herêma Zapê weşand. Têkildarî çalakiyan jî ev agahî hatibû dayin:

"1'ê Gulanê saet di 17:35'an de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê Yekîneya me ya Şehîd Axîn Mûş bi droneyeke kamîkaze li konteynireke dagirkeran a di pozîsyona êrîşê de bû xist ku sîstemeke radarê tê de bû û îmha kir."

"1'ê Gulanê saet di 21:55'an de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê kepçeyeke zirxî ya ji bo êrîşê ber bi tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Sergelê hatibû şandin, ji aliyê Yekîneya me ya Şehîd Axîn Mûş ve bi droneya kamîkaze hate îmhakirin."