Di meşa Mannheîmê de posterên Ocalan ‘hatin qedexekirin’

Li bajarê Mannheîmê yê Elmanyayê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke dirêj hatibû lidarxistin. Polîsan û dadgeha herêmî zext li ser meşê kirin.

Meşa ku li Mannheîmê hatiye destpêkirin ew ê şeş rojan bidome û ew ê di 16’ê Sibatê de li Strasboûrgê bi dawî bibe. Çalakger li pêşiya gara trênê kom bûn û dest bi meşê kirin.

Lê dadgeheke Baden-Wurrtenbergê hin pankart û fotografên di çalakiyê de qedexe kir. Hate diyarkirin ku him wêneyên Ocalan û him jî wêneyên çalakgerên greva birçîbûnê hatine qedexekirin.

Ligel van zextan jî çalakgeran meşa xwe domandin û ber bi Strasboûrgê ve dimeşin.

Di meşê de li ser navê Jinên Ciwan û Ciwanên Azad Ezda Alkiş got ku “Ev meş ji bo pêkanîna azadiya Rêbertiya me ye. Divê hemû ciwanên Kurdistanê yên bihistyar tevlî vê meşê bibin.”

Li ser navê Tevgera Jinên Azad, Zozan Serhat jî diyar kir ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya çalakgerên grevên birçîbûnê ew vê meşê li dar dixin. Serhat got ku, “Lê îro polîsên Elmanyayê wêneyên Rêbertiya me qedexe kir. Ev dûmahîka komploya navneteweyî ye. Em vê qedexeyê qebûl nakin.”

Li ser navê Dîe Lînkeyê jî Rolan Schûster got ku, “Em dizanin ku tiliya hemû cîhanê di komploya li ser Ocalan de heye. Ev meş ji bo azadiya rêzdar Ocalan tê kirin lê wêneyên wî tên qedexekirin. Ev rewş nayê qebûlkirin.

Hevserokê FCK-Başûr, Emîn Denîz jî diyar kir ku ew di şexsê Leyla Guven de, hemû çalakgeran silav dikin û got ku, “Di vê meşê de em ê bibin dengê çalakgeran, em ê Rêbertiya xwe azad bikin û em ê Kurdistanê ava bikin.”