Meşvanên Basel-Strasboûrgê: Em xeta berxwedanê mezin bikin

Meşa dirêj a Basel-Strarboûrgê di roja 2'an de bi coşeke mezin didome.

Di salvegera 20'an de a komloya navdewletî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji 100 kesî zêdetir kes ku di nav wan de siyasetmedar, nûnerên saziyan û hunermend hene, bi dirûşma ''em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin'' ji Baselê heta bi Strasboûrgê meşeke dirêj kirin, meş di roja duyan de didome.

Çalakger berê sibehê li Bartenheîmê ya Fransayê bi sirûda Hernepêş  di roja duyan de meşiyan, dema ku ji kuçeyan derbas bûn hemûyan bi hev re gotin, ''Ji Ocalan re azadî', ''Bijî berxwedana zindanan''.

'TECRÎD WÊ WERE ŞIKANDIN'

Çalakgeran bi pankartan bal kişandin ser grevên birçîbûnê yên ku bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dest pê kirî û peyama 'tecrîd wê were şikandin'' dan.

Çalakgeran di meşê de ji bo ku balê bikişînin ser tecrîda li ser Ocalan û grevên birçîbûnê belavok belav kirin.

Di meşê de gelek caran dirûşmên ''terorîst Erdogan'', ''dîktator Erdogan'' hatin gotin.

Çalakger piştî meşa 20 kîlometreyî îro wê bigihîniin Malhaûs a Fransayê û qonaxa duyê ya meşê biqedînin.

BÎRLÎK: DIVÊ EM XETA BERXWEDANÊ GEŞ BIKIN


Yek ji çalakgera meşê parlamentera berê ya HDP'ê Leyla  Bîrlîk got, ''Kurd û gelên Rojhilata Navîn di rewşeke krîtîk de ne û domand, ''Heke em nikaribin vê tecrîda mitleq bişkînin, em ê nikaribin tecrîda li ser Rojhilata Navîn û ne jî ya li ser gelê Tirkiyê û Kurda bişkînin. Xeteke berxwedanê ava bûye, ev xeta berxwedanê dîrokî ye. Tam jî em di salvegera 3'yan a hovîtiya li Cizîrê ne, tam jî berxwedana ku Mehmet Tûnç, Asyanan wê demê ji me xwestî ev e. Dixwestin ku em vê tecrîdê bişkînin. Divê em xwedî li vê xeta berxwedanê derkevin.''

'DIVÊ HER KES DESTÊ XWE LI SER WIJDANÊ XWE DEYNE'


Bîrlîk herî dawî got, 'dijmin şerê manûnemanê dike'' û domand, ''Dema ku vê dike jî qir dike. Ji bo vê jî Kurd û çi kesê ku ji xwe re dibêje, ez mirov im, divê destê xwe li ser wijdanê xwe deyne. Û divê em vê xeta berxwedanê zû geş bikin, tecrîdê bişkînin û hevalên xwe bidin jiyîn.''