Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Di konferansa li PE’yê de banga ‘bidawîkirina tecrîdê’ hate kirin

Li Parlamentoya Ewropayê (PE) bi beşdarbûna gelek endamên koman konferansa çapemeniyê hate dayîn û banga bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd û demildest hêvdîtina bi Ocalan re hate kirin.

Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, ji çalakgerên greva birçîbûnê Dîlek Ocalan, parlamentera Îngîliz Jûlîe Ward, Endama Eniya Çepgir a Ransayê (Front de Gaûche) Marîe-Pîerre Vîeû, ji Îrlandaya Bakur Martîna Anderson, ji Îspanyayê endama Pdemos a partiya çep Mîgûel Ûrban crespo û Ana Mîranda Paz a ku ji lîsteya Galîçya ya Îspanyayê di PE beşdarî konferansa çapemeniyê ya li Parlamentoya Ewropayê bûn.

Yuksel Koç û 3 çalakgerên greva birçîbûnê konferansa çapemeniyê guhdar kirin û gelek endamên çapemeniyê û siyasetmedaran konferans şopand.

WARD: BI DEREW Û HINCETAN TÊ ASTENGKIRIN

Parlamentera Îngîlîz Jûlîe Ward di konferansa çapemeniyê de axivî û got tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd bi vekirî binpêkirina mafên mirovan e. Jûlîe Ward wiha domand; “Hevdîtina bi Ocalan re bi hincetên vale tê astengkirin û ev nayê qebûl kirin. Di destê me de tenê derew û hincetên vale hene. Divê Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) demildest bikeve nava tevgerê, heyetekê bişîne Girava Îmralî û rewşa Ocalan di cih de lêkolîn bike.”

Ward diyar kir ku li beramberî hemû daxwazan destûr hatiye dayîn ku Mehmet Ocalan biçe Îmralî û bi Rêberê Gelê Kurd re tenê 15 deqîqeyan hevdîtinê pêk bîne.

Ji partiya çep a Îspanyayê Podemosê jî Mîgûel Ûrban Crespo jî axivî û nerazîbûnek tûnd nîşanî tecrîdê da û daxwaz kir ku CPT û welatên Ewropa helwestekî diyar raberî Tirkiyeyê bikin.

BEŞTAŞ: EM BANG LI EWROPAYÊ DIKIN KU XWEDÎ LI NIRX Û HIQÛQA XWE DERKEVIN

Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş jî wiha got; “Tevî ku li gorî yasayan mafê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yê hevdîtina bi malbat û parêzer û telefonan heye jî yekê bikar naîne. Rêzdar Abdullah Ocalan şexsiyeteke wiha ye ku li her derê cîhanê Kurdistaniyên ku dijîn dibêjin ‘Serokê min e’. Zêdetirî 10 mîlyon kes jî bi gotina ‘Ez azadiya Ocalan dixwazim’ beşdarî kampanyaya îmzeyan bûbû. Yekane kesê ku li Tirkiyeyê pêşiya aşitî û demokrasiyê veke ye. Jİ ber vê jî Tirkiyeye li gorî hiqûqa xwe tevnagere û Ewropa jî heman helwestê didomîne. Tecrîd êşkencveye û êşkence jî sûcê li dijî mirovahiyê ye.”

Beştaş bi domdarî got Tirkiyeyê gelek peymanên navnetewî îmzekiriye û wiha domand; “Piştî ku şerê bi dehan sal ên li Ewropayê ku îro pişta xwe didin peymanên mafê mirovan ên îmzekirî nayê qebûlkirin. Em bang li Parlamentoya Ewropa, dewlet û saziyên Ewropa dikin ku xwedî li nirx û hiqûqa xwe derbikevin.”

Meral Daniş Beştaş got, rewşa Leyal Guven a ku ev 69 roj e di greva birçîbûnê de ye metirsîdare û daxwaza demildest rakirina tecrîdê kir.

DÎLEK OCALAN: TECRÎD DI ASTA KU NAYÊ QEBÛLKIRIN DE YE

Daxuyaniya çalakgerên greva birçîbûnê ji aliyê Dîlek Ocalan ve hate xwendin û wiha hate gotin; “Asta tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê qebûl kirin. Ev 7 sal in hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re tê asteng kirin. Di salên dawî de li Kurdistanê bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan bajar bi komkujiyan hatin tunekirin. Di çarçoveya ‘pêvajoya aşitiyê’ de heî dawî Nîsana 2015’an bi Ocalan re hevdîtin pêk hatiye û piştî vêya politîkayên komkujiyê yên dewleta Tirk ketiye dewreyê.”

Di daxuyaniyê de grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê yên Havîna 2016’an ên li Tirkiye, Kurdistan û Ewropayê, di wê demê de jî dewleta Tirk ji ber nerazîbûnên tund kete nava tevgerê û destûr da ku Mehmet Ocalan li Îmraliyê hevdîtineke kurt bi Ocalan re pêk bîne. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku piştî hevdîtinê ti guhertinek di polîtîkaya tecrîdê ya rejîma Tirk de nehate guhertin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, hewldanên saziyên navnetewî û CPT bê encam man.

Piştî daxuayniyê Parlamentera Parlementoya Ewropa Ana Mîranda Paz got ew piştevaniya Leyla Guven dikin.