Di hilbijartinên Îtalyayê de rastgirên tund li pêş in

Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinên li Îtalyayê, Partiya Xwişk û Birayên Îtalyayê ya rastgiriya tund bi ser ket.

Piştî ku Serokwezîr Mario Draghi Tîrmeha derbasbûyî îstifa kir, roja Yekşemê bang li 50 milyon hilbijêrên Îtalyayî hate kirin ku ji bo diyarkirina endamên nû yên parlamentê dengê xwe bidin. Hilbijartin ji bo diyarkirina Senatoya Komarê ya ji 200 kursiyî ku baskê jorîn ê parlamentê ye û Meclîsa Nûneran a ji 400 endamî ku baskê jêrîn ê parlamentê ye, pêk hat. Dengdan bi dema herêmî saet di 23:00 de bi dawî bû.

Hate ragihandin ku rêjeya tevlîbûna hilbijêran a li dengdanê gelekî kêm bû. Çavdêr dibêjin rêjeya tevlîbûnê li derdora asta ji sedî 51'ê ye.

Piştî ku dengdan qediya, qenalên televîzyonê yên Îtalyayê Rai û SkyTG24 endamên destpêkê eşkere kirin. Li gorî vê yekê koalîsyona rastgiriya tund di navbera ji sedî 41 heta 46'an deng stand.

EGER ENCAM BI VÎ RENGÎ BE WÊ MELONI BIBE SEROKWEZÎR

Li gorî encamên destpêkê Partiya Xwişk û Birayên Îtalyayê (FdI) ya rastgiriya tund a li muxalefetê ku Giorgia Meloni serkêşiyê jê re dike ji sedî 22-26 ê dengan stand û bû partiya yekemîn. Partiyên din ên rastgiriyê Lîga Bakur (LN) ji sedî 8-12 û Forza Italia jî ji sedî 6-8 ê dengan wergirtin.

Eger encam bi vî rengî bimîne wê eniya rastgiriya tund xwedî wê hejmarê be ku karibin hikumetê ava bike. Lidera rastgiriya tund ku timî gotinên neteweperest û Xiristiyaniyê bi kar tîne wê bibe Serokwezîra destpêkê ya jin a dîroka Îtalyayê.

PARTIYÊN ÇEP ÊN NAVENDÎ KÊM KIRIN

Li gorî encmaên destpêkê eniya ku xwe weke 'partiyên çep ên navendî' pênase dikin, dengê xwe gelekî kêm kirine.

Partiya Demokratîk (PD) a bi lîderiya Enrico Letta ku di navbera salên 2013-2014'an de serokwezÎr bû ji sedî 17-21 ê dengan stand. Partiya Tevgera Pênc Stêrk a populîst a bi serkêşiya ji serokwezîrên berê Giuseppe Conte jî ji sedî 13,5 heta 17 ê dengan wergirt.