Di hefteya 592’an de koma nû nobeta azadiyê dewr girt
Çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê didome. Koma ji bajarê Liege yê Belçîkayê hatin nobeta hefteya 592’an dewr girtin.
Çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê didome. Koma ji bajarê Liege yê Belçîkayê hatin nobeta hefteya 592’an dewr girtin.
Çalakiya nobedê ya ku bi pêşengiya Înîsiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî di 25’ê Hezîrana 2012’an de li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê hatiye destpêkirin, di hefteya 591’an de bi komeke nû didome.
Sê welatparêzên ji bajarê Liege ê Belçîkayê di hefteya 592’an de nobetê ji koma ji Antwerpenê dewr girtin.
Koma nû di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêzî 25 sal in di girtîgehê de ye û wiha got: “Tecrîdek giran li ser Rêberê Apo heye. Ev komployeke navneteweyî ye.”
Çalakgeran diyar kirin ku gelê Kurd di bin tecrîdê de ye gotin: "Em li dijî vê yekê serî radikin. Heta azadiya Rêber Abdullah Ocalan em ê li ber xwe bidin.”
Komê her wiha bal kişand ser çalakiya gerdûnî ya ji aliyê dostên gelê Kurd ve li dehan navendan di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hatiye destpêkirin û bang li her kesî kir ku bi hemû hêza xwe ji bo têkoşîna xwe bidomînin û wiha pêde çû: “Azadiya Rêberê Gelê Kurd û azadiya gelê Kurd e. Yekitî ji bo azadiya me weke nan û avê pêwîst e."
Piştî axaftinan dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.