Di hefteya 580’emîn de koma nû Nobeta Azadiyê wergirt
Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nobetek hatibû destpêkirin. Di hefteya 580’emîn de koma ji bajarên Rennes û Nantesê hatibûn, nobet wergirtin.
Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nobetek hatibû destpêkirin. Di hefteya 580’emîn de koma ji bajarên Rennes û Nantesê hatibûn, nobet wergirtin.
Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo qedandina tecrîdê di 25’ê Hezîrana 2012’an de li bajarê Strasboûrg ê Fransayê Nobeta Azadiyê dabû destpêkirin. Nobet di hefteya 580’emîn de didome.
Huseyîn Bayat, Sedat Çetîn, Serkan Menteşe, Sîdar Çetîn û Denîz Kiriktaş ên ji bajarên Rennes û Nantes ên herêma Bretonyayê hatin, di hefteya 580'an de nobet wergirtin.
Çalakvanan di Nobeta Azadiyê de daxuyanî dan. Di daxuyaniya li ser navê çalakvanan de hate diyarkirin ku serokê tevgera azadiya Kurdistanê 24 sal in di girtîgehê de ye û di bin tecrîdeke giran de ye. Çalakvanan azadiya Rêberê Gelê Kurd xwestin.
Komê diyar kir ku ev nobeda azadiyê 12 sal in didome û bang li gelê Kurd kir ku bi xurtî piştgiriyê bidin têkoşînê û xwedî li girtiyên siyasî derkevin.