Di hefteya 398’an de koma ji Lyonê Nobeta Azadiyê wergirt

Nobeta Azadiyê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikeve hefteya 398’an. Koma ji Lyonê ev nobet wergirt.

Nobeta Azadiyê ya jibo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê tê lidarxistin di hefteya 398’an de didome. Vê hefteyê koma ji bajarê Lyonê ev nobet wergirt. Baz Qewm, Hogir Çelîk, Hebûn Amed û Erhan Aktay nobeta vê hefteyê wergirtin.

Endamên koma Lyonê diyar kirin ku ev çalakî dikeve hefteya 400’î û got ku “Ev ne 400 saet e, ne 400 roj e jî. Çalakiyeke wisa sebr jê re lazim e.”

Nobedarên vê hefteyê diyar kirin ku hikumeta AKP û MHP’ê pirsgirêkên gelan girantir dikin û got ku “Ev hikumet her kesî dixapîne. Di erdheja Xarpêtê de jî derket holê ku alîkariyan asteng dikin. Ev jî diyar dike ku wan para xwe ji mirovayetiyê wernegirtine.”

Çalakgeran diyar kirin ku dewleta Tirk û hikumeta wê gelek tiştên xerab tîne serê gelan û tiştên xerabtir bi gelê Kurd û Rêbertiyê dikin. Çalakgeran bêdengiya CPT û Konseya Ewropayê jî şermezar kirin.